Biryareke dîrokî hat dayîn: ‘Divê Îsraîl heta salekê ji Xezeyê derkeve’

Hewlêr (Rûdaw) – Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser paşeroja Filistînê biryareke dîrokî da û diyar kir ku “Divê Îsraîl heta saleke ji hemû axa Xezeyê derkeve.”

Ew biryara NYyê bi dengê 124 welatan hat qebûlkirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê ji Rûdawê re da zanîn ku ew dixwazin biryar bê bicihanîn û dê Sekreterê NYyê raporeke taybet li ser biryarê binivîse.

Di civînê de 124 welatan piştgirî da biryarê.

Her wiha Dadgeha Naveneteweyî ya Edaletê (International Court of Justice) ev pêşniyaz anîbû rojeva civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî.

Her çiqas biryar hat standin gelo dê biryar were cihbicihkirin an na niha ne diyar e?

“Sekreterê NYyê dê raporekê amade bike”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric li ser biryara wê pêvajoyê wiha got:

“Wekî her tim em hêvî dikin ku dewletên endamên NYyê, hemû pêşnûmeyan û di nav de pêşnûmeya Civîna Giştî ya NYyê bînin cih.

Li gorî pêşnûmeyê dê Sekreterê Giştî yê NYyê raporekê amade bike û li ser bikaranîna pêşnûmeyê jî dê raporê amade bike.”

Ne tenê Sekreterê Giştî yê NYyê hin endamên Encûmena Konseya Ewlehiyê ya NYyê yên wekî Malta, Swîsre, Branya û Fransa, Danîmarka, Yûnanistan û Slovenyayê jî bi daxûyaniyeke hevbeş piştgirî da vê biryarnameyê û bicihanîna wê.

“Bila Îsraîl ji hemû herêman derkeve”

Nûnerê Fransa yê NYyê Nicolas De Riviere jî li ser biryarê axivî û wiha got:

“Em ji ber tundiya li Şerîaya Rojavayê û Qudisê gelekî dilgiran in. Em êrişên li hemberî sivîlên Filistînî şermezar dikin.

Em careke din dixwazin Konseya Ewlehiyê ya NYyê dûbare bike ku bila Îsraîl bi lez û bez bi temamî ji hemû herêmên ku li wan bi cih bûye derkeve.

 Divê ji herêma rojhilatê Qudisê jî derkeve.”

Hem daxwaza dadgehê û hem jî biryarnameya Civîna Giştî ya NYyê bê guman zextê li Îsraîlê dikin.

Heger Îsraîl di nava salekê de vê daxwazê bi cîh neyîne, endamên NYyê dikarin amborga deynin ser Îsraîlê.

Ev mumkin e ambargoya çekan be û mumkin e tiştên din bin. Bes her çi dibe bila bibe, Îsraîl êdî nikare wekî berê hareket bike.