Rojhilata Navîn difûre: ‘Me mûşekên Hizbulahê kirin hedef’

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan mûşekên Hizbulahê yên ku ji bo êrişê amade bûn kirine hedef.

Artêşa Îsraîlê şeva borî bi balafirên şer êrişî gelek deverên Libnanê kir.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan 30 platformên mûşekan û 150 rampayên mûşekan kirine hedef ku berê wan li axa Îsraîlê bû û ji bo êrişê hatibûn amadekirin.

Artêşê diyar kir ku wan cebilxaneyên li başûrê Libnanê jî teqandine û topên wan jî herêma Nakurayê kiriye hedef.

Rojhilata Navîn difûre

Şerê Hemas û Îsraîlê yê ku 7ê Çiriya Pêşin a 2023yan dest pê kir berbelav dibe.

Hizbulaha Libnanê û Îsraîl piştî wî şerî jî gelek caran êrişî hev dikin.

Herî dawiyê li Libnanê bi hezaran amûrên pêwendiyê teqiyan.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên Libnanê, di van teqînan de 37 kes mirine û 3 hezar kes birîndar bûne.

Libnan dibêje ku Îsraîlê ev êriş kiriye û gefên bersivdayînê dixwe û Îsraîl jî êrişên xwe yên li Libnanê zêde dike.