PUKonline: hat belgekirin Tirkiye terorîstan dişîne
Hewlêr (Rûdaw)- Hat îdiakirin ku Tirkiye endamên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) perwerde dike û dişîne Herêma Kurdistanê.
Malpera PUKonline ya fermî yaYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser vê mijarê wêne weşand û di nûçeye de wiha got:
“Rêxistina DAIŞê ya ku hemû dewletên cîhanê wek terorîst, hov ragihandî û ya dixwest Iraqê dagir bike heman demê Tirkiyeyê endamên wê dişand Herêma Kurdistanê. Ev terorîst bi mebesta li Herêma Kurdistanê jin û zarokên kurd bikujin dihatin rêkirin.”
Derheqê wêneyan de jî wiha hate gotin:
“Wêneyên ku me weşandî ji sedan belgeyan yek e ya ku Tirkiye terorîstan dişîne. Endamên payê bilind yên DAIŞê li balafirgeha Tirkiyeyê çi qasî bi keyfxweşî wênayên dikêşinin tê xuyandin.”