Li peravên Lîbyayê belem niqûm bû: 5 jê zarok, 45 koçberan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Lîbyayê belema ku koçber hilgirtibûn niqûm bû û di encam de 5 jê zarok herî kêm 45 koçberan canê xwe ji dest dan.

Komiseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ragihand ku li peravên Lîbyayê belema koçber hilgirtibûn niqûm bûye û di encam de 5 jê zarok herî kêm 45 koçberan canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya UNCHR, zêdeyî 80 koçber di nav belemê de bûne.

Hat ragihandin ku 37 penaber ji aliyê masîvanên navçeyê ve hatin rizgarkirin û belem ji ber motorê wê teqiya ye niqûm bûye.

Komiseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Koça Navdewletî banga berfirehkirina kar û xebatên dîtin û rizgarkirinê dikin.