Leşkerên Îsraîlê 4 filistînî kuştin

Hewêr (Rûdaw) – Xwepêşandana filistîniyan a li dijî Îsraîlê berdewam dike. 110 roj bi ser xwepêşdanan re derbas dibin û heta niha 150 filistînî û leşkerekî îsraîlî canê xwe ji dest dane.

 

Artêşa Îsraîlê îro bi hêceta ku li ser sînorê Xezeyê gule berdane leşkerên wan, dest bi operasyonê kir. Hate gotin, ku firoke û tankan 8 pêgehên Hamasê bombebaran kirine.

 

Rêveberiya Tendirûstî ya Xezeyê ragihand, ku di dema bombebaranan de 3 kes û herwiha li ser sînorê Xezayê jî kesek bi guleya leşkerên Îsraîlê hatiye kuştin.

 

Artêşa Îsraîlê ragihand, ku di dema êrîşan de leşkerekî wan hatiye kuştin û lewma êrîşa esmanî ji bo tolhildana wî hatiye kirin.

 

Ji aliyê din ve Koodînatorê Taybet ê Pêvajoya Aştî ya Rojhilata Navîn ê Neteweyên Yekbûyî Nickolay Mladenov, hişyariya şer da û xwest herdu alî jî paşde gav biavêjin.

 

Ji sala 2017ê ve tevgera Hamasê kerta Xezeyê kontrol kiriye û ji hingî ve artêşa Îsraîlê jî ev dever hildaye bin dorpêçê. Nêzîkî milyon û nîvek nîştecihên Xezeyê hene û ji ber dorpêçê di rewşekî xirab de dijîn.