XEZE - Hejmara kuştiyan derket 35 hezar û 562yan

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de heta niha 35 hezar û 562 kes hatine kuştin.

Piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan êrişî Îsraîlê kir, şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê destnîşan kir ku êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê 227 roj in berdewam dikin.

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 106 kes hatine kuştin û 176 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hejmara Filistîniyên ku di êrişên artêşa Îsraîlê de hatine kuştin derket 35 hezar û 562yan.

Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran jî bûye 79 hezar û 652.

Di daxuyaniyê de amaje pê hat kirin ku di bin kavilan de û li keviyên rêyan cenaze hene.

Hat gotin ku ji ber êrişên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û peywirdarên parastina sivîlan nikarin cenazeyan derxin.