Serokê Parlamentoya Sûriyê: Divê hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdayê, Serokê Parlamentoya Sûriyê daxwaz kir ku tevahiya hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin ku bêrazîbûan Şamê derbasî deverê bûne û gefa bikaranîna hêzê li hember wan hêzan kir.

 

Îro li Bexdayê kongreya parlamentoyên welatên derdora Iraqê birêve çû, ku têde nûnerên Sûriye, Îran, Erebistana Siûdiyê, Tirkiye, Urdin, Kuwêt amadebûn û Serokê Parlamentoya Iraqê jî serpereştiya kongireyê kir.

 

Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemûde Sebax axaftinek pêşkêş kir û têde da xuyakirin, ku divê rêz li serwerî û yekîtiya ax û gelê Sûriyê bê girtin û axaftina Serokê Sûriyê dubare kir û got, dê tevahiya axa Sûriyê ji “teror û dagîrkeriyê” bê rizgarkirin.

 

Hemûde Sebax wiha got: “Gelê Ereb sê Sûriyê rijd e li ser serkeftina bi yekcarî li hember terorê, çiqas qurbanî jî hebin, ew berdewam e di şerê terorê de, ji bo xêra xwe û xêra deverê û tevahiya dinyayê.

 

Em daxwaz dikin, ku rêz li serxwebûn û serweriya welatê min Sûriye bê girtin û tevahiya wan hêzên ku bê razîbûneke rewa derbas bûn, divê ji Sûriyê derkevin, ji ber ku siberoja tu dagîrkeriyekê li Sûriyê tune ye û gelê min dê berdewam be heya rizgarkirina buhusta herî dawiyê ji axa welatê xwe, ew jî li gor gotina birêz serokê Beşar Esed, ku dê axa Sûriyê bi tevahî ji terorîstan û tevahiya dagîrkeran bê rizgarkirin û emê wek dijmin, li himber her dagîrkerekî derkevin ev jî tiştekî naskirî ye di aliyê niştimanî de û gotubêj li ser nayê kirin.

 

Ez bi vê helkeftê, bibîr tînim , ku tevahiya biryarên Encûmena Ewlehiyê derbarê Sûriyê, di serî de, tekeziyê li ser vê yekê dikin, ku divê rêz li yekîtiya axa Sûriyê û yekîtiya ax û gelê wê û serweriya Sûriyê bi temamî bê girtin.”