Hemasê cenazeyê 4 dîlên Îsraîlî radestî Xaça Sor kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê cenazeyê 4 dîlên Îsraîlî teslimî Xaça Sor kirin.
Hemasê di çarçoveya peymana pevguhertina dîlan û agirbestê de cenazeyê 4 dîlên Îsraîlî radestî ekîbên Xaça Sor kirin.
Cenazeyê Shiri Bibas û her du zarokên wê Ariel û Kfir û cenazeyê Oded Lifshitz li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezeyê radestî nûnerên Xaça Sor hatin kirin.
Hemas dibêje ew dîl di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.