Blinken bersiva pirsa alîkariya bi HSDê re neda
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di serdana xwe de bo navçeyên zerardîtî ji ber erdhejê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û pêşandana hevsoziya xwe ji wê pirsyarê rizgar nebû, ka çima Washington berdewam hevahengiyê ligel şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike.
Tirkiyê hinek caran eşkere Amerîka bi nav dike, hinek caran bê ku bi nav bike, Amerîka bi “piştgiriya terorîstan” bi nav dike, ji ber ku li gor Enqerê YPG û HSD dijminê wan in, lê Amerîka wiha nabîne, Amerîka YPG û HSD weke hevpeymanekî sereke dibîne di şerê li dijî terorê û DAIŞê de.
Dema ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li Tirkiyê serdana deverên erdhejê kir û ligel wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu konferanseke rojnamevanî birêve bir. Rojnamevanan ji Blinken pirsa HSD kirin, lê Blinken weke ku pirs nebihîstibem got ew dê alîkariya xwe ji bo qurbaniyên erdhejê berdewam bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got: “Bi baweriya me hevahengî li gel rêxistineke terorîstî bo rûbirûbûna rêxistineke terorîstî ya din şaşîtiyeke mezin e. Tişta tê gotin PKK û YPG şerê DAIŞê dikin îspat bûyr ku ne rast e. Em rast nabînin ku endamên NATOyê bixwe şerê DAIŞê nekin û li şûna wê hevkarî yan piştevaniya PKK û YPG bikin ku dujminê me ne."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ti bersiveke zelal ji aliyê xwe ve neda, ku bibe sedema nehiştina dilgiraniyên Tirkiyê, bi kêmanî di siberojeke nêzîk de.
Blinken got: “Em gelekî baş bo dilgiraniyên rewa yên Tirkiye derbarê sînorên wê yên başûr de dizanin، wek çawa Tirkiyê dilgiraniyên me yên rewa û ewlekarî yên hevbeş derbarê DAIŞê dizane. Em di karkirina ji nêzîk ve bo nehiştina herdu dilgiraniyan berdewam dibin, lê bo niha em herdû alî balê dikşînin ser alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê ku wek xelkê Tirkiye gelekî xirab ji destê erdhejê mane asê, û em bihevre jî kar dikin bo zêdekirina alîkariyan daku bighin destê wan."
Tirkiye ji 2016an ve sê operasyon li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê kirine. Operasyona yekem di Tebaxa 2016ê de bi navê Mertala Feratê bo kontrolkirina sînorên Cerablus û Azaz bû ku di destê DAIŞê de bûn.
Operasyona duyem destpêka 2018ê bo kontrolkirina Efrînê bi navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê bû.
Operasyona sêyem di Cotmeha 2019ê de ku bi navê Kaniya Aştiyê bo kontrolkirina sînorên Serê Kaniyê û Girê Sipî bû.
Tirkiye zêdeyî salekê dibe, çavê wê lê ye, her yekê ji Kobanî, Minbic û Til Rifatê kontrol bike, bi rêya wan 30 kîlometre temam dibe ku wek navçeya aram li ser sînorê xwe bi nav dike.
Serdana Blinken beşekî dilgiraniyên Tirkiye nehiştin ku peywendiya wê bi aliyê mirovî heye, lê tişta peywendiya wê bi pirsa şervanan heye, Çavuşoglu got: "Pêwîst nake herdû welat li benda karesateke xwezayî ya din bin heta nîgeraniyên hev nehêlin."