LIBNAN - Îsraîlê li otomobîlekê xist: 2 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê li başûrê Libnanê otomobîlekê kir armanc.
Di êrişa esmanî ya balafirên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê NNAyê, Îsraîlê li bajarê Surê yê başûrê Libnanê li ser rêya El Bazuriyeyê êrişeke esmanî pêk anî.
Hat diyarkirin ku nasnameya 2 kesên di êrişê de hatine kuştin nehatiye tespîtkirin.