Vegera penaberên Sûriyeyî ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dike

Hewlêr (Rûdaw) – Sûriyeyên ku ji ber şerê navxwe çûn Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî nemana desthilata Esed vedigerin welatê xwe.

Vegera penaberên Sûriyeyî ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dike.

Sûriyeyî li Kilîsê ber Deriyê Gumrikê yê Oncupinarê civiyan û piştî kar û barên li Navenda Vegerandinê ya Koçberên, diçin welatê xwe.

Mihemed Mistefayê 35 salî ji bo ku vegere welatê xwe çû ber deriyê sînor û diyar kir ku ew 14 sal berê çûye Tirkiyeyê û wiha dewam kir:

"Min li Tirkiyeyê karê kaportayê kir. Li Sûriyeyê şer bi dawî bû û em vedigerin welatê xwe.”

Penaberê bi navê Muhammet Aldakî jî got:

“Dema hatim dû salî bûm û niha 16 salî me. Ez li Tirkiyeyê  hem fêrî qesabiyê bûm û hem jî fêrî hostahiya avahîsaziyê bûm.

Ez li Tirkiyeyê fêrî dû pîşeyan bûm. Armanca min ew e ku pîşeyên fêr bûme li Sûriyeyê bikim û li wê derê karê xwe bixwe bikim.”

Li gorî amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistan 2 milyon 9 hezar koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê  Alî Yerlîkaya roja yekşemê ragihand piştî nemana desthilata Esed 7 hezar û 621 penaber bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.