Îsraîlê êrişî çekdarên ku Îran piştgiriyê dide wan kir
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li dijî Hûsiyên Yêmenê ên ku Îran piştgiriyê dide wan êrişên asmanî kirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li naverasta Yêmenê û herêma qerax a rojavayê wê bombebaran kirin.
Avichay Adraee diyar kir, balafirên şer hedefên leşkerî yên Hûsiyan bombebaran kirin û êrişên ku Hûsiyan bi dronan û fuzeyên balîstîkî birin ser Îsraîlê bi bîr xistin.
Adraee bal kişand, ji ber êrişa bi fuzeyan a ku Hûsiyan ji Yêmenê kir, bi milyonan Îsraîlî mecbûr man biçin sitargehan.
Adraee da zanîn, Hûsiyan ku cihên balafirên şer ên Îsraîlê li Yêmenê bombebaran kirin wekî cihên leşkerî bi kar dianîn.
Bi gotina Adraee wan xwest bi êrişan pêşî lê bigirin ku Hûsî binesaziyê ji bo armancên leşkerî bixebitînin.
“Di êrişên Îsraîlê de kuştî û birîndar hene”
Li aliyê din Hûsiyên Yêmenê jî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li Sena û Hudeydeyê de kuştî û birîndar hene.
Li gorî nûçeya ajansa SABAyê ya bi ser Hûsiyan ve, di encama êrişên li Sena û Hudeydeya li keviya Deryaya Sor de gelek Yemenî hatin kuştin û birîndar bûn.
Di nûçeyê de wiha hat gotin:
"Îsraîlê li dijî santrala elektrîkê ya Hazîzê ku dikeve başûrê Senayê 4 û li dijî santrala elektrîkê ya Zehbanê ku dikeve aliyê bakur jî 2 êriş li dar xistin."
Hat ragihandin ku tîmên parastina sivîlan şewata li santrala elektrîkê ya Zehbanê vemirandiye û hewl didin şewata li santrala elektrîkê ya Hazîzê vemirînin.