Bi dronan êrişî mala Netanyahu hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku bi dronan êrişî mala Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatiye kirin.

Ji başûrê Libnanê bi dronan êrişî mala Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li bajarê Qeyseriyê hat kirin.

Di êrişê de 2 dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îsraîlê ve hatin xistin ku ji Libnanê hatibûn şandin.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser êrişan dronî daxuyaniyek da.

Hat ragihandin ku dema êrişê Netanyahu û hevjîna wî Sarah ne li malê bûne û zerer negihîştiye ti kesî.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku 3 dron ji Libnanê hatine şandin û du ji wan hatine xistin.

Îsraîl bi Hizbulahê re di nava şerekî hewayî û bejayî de ye û bi berdewamî êrişî hev dikin.