Amerîka: Pêwîst e Hizbulah êdî êrişên xwe yên terorî bi dawî bike

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir, heger Hizbulah naxwaze herêm zêdetir têk biçe divê êrişên xwe yên terorî yên li Îsraîlê bi dawî bike.

Pêr amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endaman wan mirine.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah îro di konferanseke rojnamegeriyê de axivî û diyar kir ku heta dijminahiya li dijî Xezeyê bi dawî nebe dê êrişên Hizbulahê yên li ser Îsraîlê jî bi dawî nebin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî li ser gefên Hesen Nasralah axivî.

“Îsraîl xwe diparêze”

Matthew Miller behsa gefan kir û got:

“Hesen Nasralah dikare êrişên terorîstî yên li Îsraîlê bide sekinandin û ez garantiyê didim we, heger wisa bikin em jî dê zextê li Îsraîlê bikin ku aramiyê biparêzin.

Ew êrişên xwe yên terorî bi dawî nakin.

Heta êrişên Hizbulahê yên terorîstî li dijî aliyê din ê sînorî dewam bike, bê guman Îsraîl jî dê dest bi pêngava leşkerî dike û xwe diparêze, wekî her welatekî din.”

“37 kes ji ber teqînan miribûn”

Rojên 17-18ê Îlonê amûrên pêwendiya dengî (Bêtel) yên endamên Hizbulaha Libnanê ji ber êrişeke elektronîk teqiyabûn. 

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Firas Abiad diyar kiribû ku heta niha 37 kes ji ber teqîna amûrên pêwendiyê mirine û 2 hezar û 931 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên Libnanî Îsraîlê wekî berpirsyarê bûyerê dibînin.