Hakan Fîdan: Em amade ne ku bi Esed re rûnin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got ku Tirkiye amade ye bi Sûriyeyê re hevdîtinan bike.

Ev demek e ku Tirkiye hewl dide pêwendiyên xwe yên bi Sûriyeyê re baş bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çend caran peyam dan ku ew amade ye bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re rûne.

Sûriye jî dibêje heta ku Tirkiye şertên wan qebûl neke ew dest bi hevdîtinên rasterast nakin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad herî dawiyê gotibû, “Ji bo ku pêwendî asayî bibin divê Tirkiye ji axa Îraq û Sûriyeyê vekişe.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro di weşana zindî de li ser mijarê axivî.

“Me hevdîtin kirin”

Fîdan gotinên Erdogan ên bi rengê “Em amade ne ku bi Esed re rûnin” bi bîr anîn û li pey çû:

“Me bi formatên îstixbarî û leşkerî hevdîtin kirin.

Em dixwazin çarçoveyeke siyasî bibînin ku rejîm û mixalif li hev bikin.

Beriya normalbûna bi Tirkiyeyê re divê li ser bi milyonan paneberên Sûriyeyî yên li derve were fikirîn.

Bi ya me, eger çareseriyeke wekî ku Tirkiye dixwaze peyda bibe dê Sûriye pirsgirêkên din jî bi awayekî hêsantir çareser bike.”

Teqînên li Libnanê

Li Libnanê doh û pêr Pagerên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn hatin teqandin.

Li gorî amarên fermî, di van teqînan de 32 kes mirin û herî kêm 3 hezar û 250 kes birîndar bûn.

Hakan Fîdan berê tîrê rexneyên xwe da Îsraîlê, got ku Îsraîl dixwaze şer gur û berbelav bike û berdewam kir:

“Li Urdin û Misirê egera şer heye. Netanyahu bi biryar e ku şer li herêmê belav bike.

Divê ev şêtiya Îsraîlê ya ku Rojava piştgiriyê didiyê were rawestandin.”