VIDEOWALL - Bandora Yasaya Qeyser li ser Rûsya û Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Yasaya Qeyser ji bo cezakirina Hikûmeta Sûriyê, bandor li ser Iranê û Rûsiya jî kiriye, ji ber ku eger kompaniyên wan herdu welatan, di nav Sûriyê de kar bikin, wê ew jî werin ceza kirin.

Kompaniyên sereke yên Iranê û Rûsyayê li Sûriyê bikin; Heta niha xerciyên Rûsiya zêdetirî 7 milyar dolar in û rojane xerciyên Rûsyayê derdora 4 milyon dolaran in.

Piştî kontrolkirina gelek navçeyan li Sûriyê, Rûsyayê çavê xwe berda sektora weberhênanê û bi taybetî di warê petrol, gaz û fosfatê de.

Sala 2019an, Kompaniyên Mercury û Velada, bo derxistina petrolê girêbestek îmze kirin û di heman salê de Kompaniya Stroy Trans bo derxistina fosfatê girêbestek li gel Hikûmeta Sûriyê îmze kir.

Rûsya bendera Tertûsê ku bendereke pir girîng e, li Sûriyê ji bo dema 49 salan bi kirê girtiye. Herweha Rûsya di sala 2018an de, girêbestek di warê enerjiyê de li gel Sûriyê îmze kiribû.

Ew girêbeset, ji bo çêkirina hêla tirênê di navbera balafirxaneya Şamê û navenda wî bajarî de ye û piştî erêkirina cezayên Qeyser, wê karê van hemû kompaniyan rawest in, eger na, wê werin cezakirin.

Îvan Tîmofeev, Şîrovekarê Siyasî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û got, ew bawer nake kompaniyên mezin ên li Sûriyê berdewam bin li bazirganiyê û diyar kir, “vebijêrkek wan heye ku li gel wan kompaniyên din ên li wê derê hene kar bikin.”

Tîmofeev got jî, Yasaya Qeyser “nabe sedem ku Amerîkayê daxwazên xwe bide qebûlkirin. Hikûmeta Sûriyê razî nabe û Moskow jî naxwaze zextê li hikûmeta Esed bike.”

Li aliyê din Îranê jî li Sûriyê di warê aborî de dest bi projeyan kiriye lê ji Rûsyayê cudatir e, ji ber ku projeyên wê dem kurt in û ne stratêjî ne û zerara wê di van cezayan de wê kêmtir be, kompaniyên Îranî li Sûriyê ev in;

 Nikan Engeering Develop-ment di warê avakirinê de,  Electronic Afzar Azma di warê alav û kelûpelên avakirinê de, ITMC di warê çêkirina tiraktoran û amadekirina kargehan de ye û Hooman Poly-mer  ji bo berhemên bîtro-kîmawî ye.

Îranê xwest bi rêya van kompaniyan, xerciyên ku li Sûriyê kiribû, qerebo bike, lewma, wê bandora cezayan li ser Rûsya zêdetir be, ji ber ku projeyên wan hemû stratîjî û dem dirêj in.