Li ser sîxorîkirin û destêwerdana Îranê li Iraqê belgename derketin holê
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya New York Times û Intercept belgenameyan li ser destwerdana Îranê di karûbarê navxwe yê Iraqê û herwiha sîxurîkirina bi ser berpirsên Iraqî û serbazên Amerîkayê de li Iraqê belav dikin. Ev belgename di navbera salên 2014 û 2015an de ji aliyê wan efserên sîxûrî ve hatine nivîsîn ku li ser dosya Iraqê kar kirine.
Bi dehan belge bidest wan herdu rojnameyan ketine ku serdestiya Îranê li Iraqê bi awayekî zêde bûye, ku fermandarên wan ên serbazî bi eşkere serdana Iraqê dikin, bertîlê didin berpirsên Iraqê, hinek ji sîxurên Îranî bi rêya pere û tiştên giranbiha û hinekan jî bi fistiq, parfûm û zaferanê berpirsên Iraqî bi aliyê xwe de kişandine û karên sîxurî bi wan kirine.
Herwiha Îranê bertîl daye wan berpirsên Iraqî ku kar ligel Amerîkiyan dikin, daku pişta xwe bidin wan û kar di berjewendiya Iraqê de birêve biçin. Li gor belgenameyan, sîxuriyeke baş li meydana siyasî ya Iraqê ji aliyê Îranê ve tê kirin, sîxur li kolan û Mall`an civînan dikin, bi cilên nêçîrê û bê fêlên şahiya ji dayîkbûnê sîxuriyê bi ser xelkê de dikin.
Ji wan jî hestyartir, sîxurên Îranî li firokexaneyan bi taybetî li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê, zanyariyan kom dikin, wêneyên serbazên Amerîkî di dema tevgerê de digrin û çavdêriya tevgera esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî dikin. Ên wan karan dikin xwe ji kamerayên çavdêriyê vedişêrin.
Her li gor wan zanyariyên ku ji nav ajansên sîxûrî yên Îranê derketine derketine derve, Adil Ebdûlmehdî dema li derve û di serdema Sedam Husên de ji nêzîk ve kar ligel Îranê kiriye, “peywendiyeke wî ya taybet ligel Îranê hebûye, berpirsekî bilind ê Amerîkayê jî dibêje; “Dibe wateyeke zêde ya peywendiyeke taybet hebe.” Ew berpirs dibêje; “Mebesta min ne ew kesekî ser bi hikûmeta Îranê ye, lê ti berpirsekî Iraqî bêyî razîbûna Îranê nabe serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî di 2018ê de bi razîbûna Amerîka û Îranê postê serokwezîr misoger kir.”
Tevgereke serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî heye bo dubare wergirtina desthilatê, herçiqas egera dubare rûniştina wî li ser kursiyê serokwezîrtiyê kêm e, ji ber Kurd piştgiriya wî nakin, heta niha ew pêngavên ku hikûmeta Adil Ebdulmehdî ber bi Herêma Kurdistanê de avêtine, berhevkirin ligel hikûmetên berê yên Iraqê, baştir û nermtir in.
Zanyariyên nehênî yên saziyên sîxûrî yên Îranê eşkere dikin û amaje bi wê yekê didin ku piştî ketina Bexdayê di 2003an de, Îranê Iraq wek deriyê siyaset û desthilata xwe ji Kendavê heta Derya Spî bikar aniye.
Berê hest bi wê yekê hatiye kirin ku Îranê di warê siyasî û aborî de bi dijwarî dest daniye ser Iraqê, lê ev yekem car e ku bi vê asta mezin tê zanîn ka Îran û Amerîkayê çawa Iraq wek meydana leyîstika sîxûriya bi ser hevde bikar anîne.