Hizbulah: Piştî kuştina Sînwar em dê derbasî qonaxeke nû bibin

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulaha Libnanê li ser kuştina Yehya Sînwar diyar kir ku piştî kuştina Yehya Sînwar dê derbasî qonaxeke nû ya rageşiyan bikin.

Artêşa Îsraîlê doh piştrast kir ku Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar li Refahê ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin.

Hizbulaha Libnanê li ser kuştina Yehya Sînwar daxuyaniyek belav kir.

Hizbulahê da zanîn ku di şerê li dijî Îsraîlê de ew dê derbasî qonaxa şerekî nû bibin.

Roja 16ê Çiriya Pêşînê çend leşkerên Îsraîlê li Refahê dibînin ku 3 çekdar diçin nava avahiyekê û ji artêşê dixwazin ku ew avahî were bombebarankirin.

Leşkerên Îsraîlê nizanin ku Yehya Sînwar yek ji wan çekdaran e ku derbasî wê avahiyê bûye.

Piştî kuştina her sê çekdaran artêşa Îsraîlê diyar kir, ew guman dikin ku yek ji wan çekdarên hatine kuştina Yehya Sînwar e.

Termên wan ji bo pişkinînê sewqî saziya dadî ya bijîşkî tên kirin û doh êvarî hat piştrasrkirin ku yek ji kuştiyan Yehya Sînwar  e.

Serkirdeyên Rojava û Amerîkayê li ser kuştina Sînwar daxuyanî belav kirin û diyar kir ku kuştina Yehya Sînwar derfet e ku rageşiyên li herêmê bi dawî bibin.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku bi kuştina Yehya Sînwar re şer bi dawî nebûye û hîn dîlên di destê Hemasê de nehatine rizgarkirin.

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Amir Said Iravanî jî li ser kuştina Yehya Sînwar wiha got:

"Ruhê Eniya Berxwedanê bihêztir dibe.”

Yehya Sînwar piştî kuştina Îsmaîl Heniye bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê di êrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin.

Şerê Xezeyê

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ji Xezeyê derbasî nava Îsraîlê bûn û êrişî 21 navendên sivîlan ên Îsraîlê kir.

Piştî êrişa Hemasê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek belav kir û wiha got:

“Welatiyên Îsraîlê, em di şer de ne. Hemasê êrişî Îsraîlê û Îsraîliyan kir.”

Li gorî gotina berpirsên Îsraîlê, ji ber êrişa Hemasê hezar û 139 kes hatin kuştin û 200 hezar kes jî koçber bûn.

Her wiha 250 kes jî wekî dîl hatin girtin. Heta niha 117 dîlên Îsraîlê hatine rizgarkirin û 72 kes jî mirine.

Heman rojê Îsraîlê dest bi bombebarankirina Xezeyê kir û 13ê heman mehê jî dest bi operasyoneke bejayî kir.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, heta niha 41 hezar û 870 kes di şerê Xezeyê de hatine kuştin û 97 hezar û 166 kes jî birîndar bûne û herî kêm 2 milyon kes jî koçber bûne.

Berpirsên Îsraîlê eşkere dikin ku heta niha wan zêdetirî ji sedî 60ê çekdarên Hemasê kuştine.  

Beriya bi demekê Hikûmeta Xezeyê amarên dawî yên şer bi Rûdawê re parve kirin.

Li gorî hikûmeta Xezeyê, bajar ji sedî 86 wêran bûye û 41 hezar û 870 kes mirine 10 hezar kes jî bêserûşûn in.