Artêşa Îsraîlê: Cihada Îslamî roket avêtin nexweşxaneyê

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê îdia kir ku êrişa li Xezeyê ji aliyê Cihada Îslamî ve hatiye kirin.

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Gelek welat û saziyên navneteweyî da zanîn ku Îsraîlê ev êriş encam daye.

Artêşa Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev îdia red kirin.

Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de wiha hat gotin:

“Roketên ku terorîstan Cihada Îslamî avêtin bûn sedema teqîna li Nexweşxaneya el-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê.”

Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu li ser êrişa li Xezeyê daxuyaniyek belav kiribû.

Binyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe de gotibû:

“Divê hemû cîhan zanibe, ne artêşa Îsraîlê êrişî nexweşxaneyê kiriye. Yên ku ev êriş kiriye terorîstên li Xezeyê ne.

Yên ku zarokên me bi awayekî xwînxwar qetil dikin, zarokên xwe jî qetil dikin.”