Daxuyaniya Îsraîlê ya piştî teqînên li Libnanê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand ku bala wan li ser eniya Libnanê ye û di şer de qonaxeke nû dest pê kiriye.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant çû serdana baregeheke hewayî ya li nêzîkî bajarê Heyfayê yê bakurê Îsraîlê kir.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di serdana xwe de got:

“Navenda giraniyê ber bi bakur ve diguhere. Em hêz, çavkanî û enerjiya xwe ber bi bakur ve dibin.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant da zanîn:

“Ez dibêjim ku em di destpêka qonaxeke nû ya şer de ne.

Divê em xwe biguncînin. Divê em bi demê re hevgiriyê nîşan bidin.

Ji bo vî şerî cesaret, biryardarî û israra mezin divê.”

Gallant amaje bi wê yekê kir ku armanca êrişa Îsraîlê ya li bakur ew e ku welatiyên Îsraîlî yên hatine derxistin bi silametî vegerin malên xwe.

Gallant anî ziman ku wan dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê ji bîr nekirine.

Di 24 saetên dawî de, li seranserê Libnanê destpêkê di amûrên pêwendiyê de û îro jî di cureyeke din a amûrê de teqîn çêbûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di encama teqînan de 14 kes mirine û zêdetirî 450 kesî jî birîndar bûne.

Êrişa sîber

Doh amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endaman wan mirine.

Hizbulahê di daxuyaniya xwe de navên miriyan û salên wan ên jidayîkbûnê jî dan.

Cureyê amûrê pêwendiyê yê ku hatin teqandin “Pagers” e û tê gotin ku kompanyaya Gold Apolloyê ew çêkirine û firotine.

Kompanyaya Gold Apolloyê jî ragihand ku amûrên pêwendiyê yên li Libnanê hatine teqandin wan çênekirine û bal kişand ser kompanyaya BACê ya Macaristanê.