HAT NÛKIRIN - Li Libnanê teqînên amûrên pêwendiyê: 14 kuştî û 450 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên cuda yên Libnanê di encama teqînên amûrên pêwendiyê de 14 kes mirin û zêdetirî 450 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa fermî ya Libnanê (NNA) li başûr û Beyrûdê gelek amûrên pêwendiyê teqiyan.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê de hat diyarkirin ku di encama teqînan de 14 kes mirine û zêdetirî 450 kesî jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku xebatên veguhastina birîndarên teqînan ber bi dawîbûnê ve diçe.

Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Libnanê jî ragihand ku li başûrê Beyrûdê, Bekaa û Cebelê piştî teqînan agir bi mal, otombîl û cihên kar ketiye û hewla vemirandinê didin.

Hat diyarkirin, dema li taxa Dahiyeyê ya Beyrûdê merasîma veşartina cenazeyên endamên Hizbulahê dihat lidarxistin droneke Îsraîlê di ser xelkê re firiyaye.

Di nûçeya NNAyê de hat diyarkirin ku dronên keşfê yên Îsraîlê li başûr jî gerên zêde kirine.

Êrişa sîber

Doh amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endaman wan mirine.

Hizbulahê di daxuyaniya xwe de navên miriyan û salên wan ên jidayîkbûnê jî dan.

Cureyê amûrê pêwendiyê yê ku hatin teqandin “Pagers” e û tê gotin ku kompanyaya Gold Apolloyê ew çêkirine û firotine.

Kompanyaya Gold Apolloyê jî ragihand ku amûrên pêwendiyê yên li Libnanê hatine teqandin wan çênekirine û bal kişand ser şirketa BACê.

Aliyên Libnanî Îsraîlê tawanbar dikin lê Îsraîlê heta niha ti daxuyaniyên fermî nedane.