NY: 3.1 milyon kesan li bakurê rojavayê Sûriyê vaksîna kolerayê wergirtine

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Ofîsa Rêkxerê Karûbarê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), zêdetirî milyonek û 300 hezar kes li bakurê rojavayê Sûriyê vaksîna dijî Kolerayê wergirtine.

Di rapora xwe ya herî dawî de, ji 25 Tebaxê heta 3 Kanûna sala borî, 56 hezar û 879 tûşbûyên cihê gumanê yên Kolerayê hatine tomarkirin û 98 kes ji wan canê xwe ji dest dan.

OCHA behsa wê yekê dike ku pêwîstiya wan bi 55 milyon û 490 hezar dolarê Amerîkî heye ji bo rûbirûbûna Kolerayê li Sûriyê.

OCHAyê zelal kiriye ku ji ber xirabiya rewşa mirovî, metirsiya wê nexweşiyê zêdetir bûye.

Amarên OCHAyê derdixin ku 4 milyon û 500 kes li bakurê Sûriyê dijîn û pêwîstiya 4 milyon û 100 hezar kesî ji wan bi alîkariyên mirovî heye, 3 milyon û 300 hezar kes jî asayîşa wan ya xwarinê têk çûye, 2 milyon û 900 hezar koçber li navçeyê hene û milyonek û 900 hezar kes di nava kampan de dijîn.