Tirkiyê YPG tehdîd kir: Yan bi xwe ji Minbicê derkevin an jî emê we derxin

Navenda Nûçeyan – Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê, Numan Kurtulmuş gef li PYDê xwar û ragihand: “PYD an dê ji Minbicê derbikeve yan jî dê bihê derxistin. Di rastiyê de amerîkiyan israrbûna Tirkiyê dîtin, guvaşên xwe li ser YPGê zêde dikin.”

 

Numan Kurtulmuş ku bi serokatiya karûbarên hilbijartinan a AK Partiyê re li navena giştî ya wê partiyê hevdîtin pêk anîbû, îro bi rojnamevanên ji Qoniyeyê re kom bû.

 

Numan Kurtulmuş di vê rûniştinê de, behsa rewşa Sûriyê û helwesta Tirkiyê derbarê bajarê Minbicê kir û ragihand, ku helwesta Tikriyê debarê Minbicê de pir aşkere ye.

 

Kurtulmuş got: “Di hemû muzakereyên me de, di muzakereyên me yên dîplomatîk de, ev mijar dibe rojeva me. Helwesta Tirkiyê gelek aşkere ye. Yan PYD dê ji Minbicê derkeve yan jî dê were derxistin. Di rastiyê de amerîkiyan, israrbûna Tirkiyê dîtin, û guvaşên xwe li ser YPGê zêdetir kirine.”

 

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê herwiha da xuyakirin, ku zanyarî wiha nîşan didin ku YPG ji Minbicê derketibe û çûbe aliyê rojhilatê Çemê Firatê.

 

Numan Kurtulmuş da zanîn: “Daxuyaniyê ji rayedarên amerîkî û YPGê tên, nîşan didin, ku di demek gelek kêm de bi tevahî Minbicê vala kirine û ber bi rojhilata Firatê ve çûne.”

 

Enqere pêştir jî derbasbûna hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo aliyê rojavayê Çemê Firatê weke xeta xwe ya sor îlan kiribû, lê belê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike, bi piştgiriya hevpeymanan û bi taybet Amerîka operasyonek bo rizgarkirina Minbicê birêve biribûn û Minbic ji detsê DAIŞê derxistibûn.

 

Bi kontrolkirina Minbicê, Tirkiyê nerazîbûnek tund nîşan da û bi awayekê berdewam daxwaza vekişîna hêzên YPGê ji Minbicê dikir.

 

Her ji bo rêgirtin ji pêşketina hêzên YPGê û HSDê, Artêşa Tirkiyê operasyona bi anvê Mertala Firatê di nava axa Sûriyê de da destpêkirina û bajarokên Cerablus, Elraî û bi dehan gund û bajarokên din ên li bakurê Helebê kontrol kir.