500 Filistînî li nexweşxaneyê hatin kuştin: Serokwezîrê Îsraîlê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu li ser êrişa li Xezeyê daxuyaniyek belav kir.

Binyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe de got:

“Divê hemû cîhan zanibe, ne artêşa Îsraîlê êrişî nexweşxaneyê kiriye. Yên ku ev êriş kiriye terorîstên li Xezeyê ne.

Yên ku zarokên me bi awayekî xwînxwar qetil dikin, zarokên xwe jî qetil dikin.”

Îşev êrişî Nexweşxaneya El-Mamedaniyê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê li seranserê Filistînê “3 roj şîn” hat ragihandin.