Siyasetmedarê Iraqî: Tirkiyê çav berdaya axa Iraq û Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Hevpeymanya Fetih Mehmûd Heyanî îdia kir ku di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de sextekarî hatiye kirin û ji dervey welat destwerdan di hilbijartinan de hebûye û got: “Dewletên herêmê vî karî dikin da ku di navbera mezhebên li Iraqê û de alozî derkeve.” Mehmûd Heyanî herwiha got: “Tirkiye li bendê ye ku Peymana Lozanê biqede.  Me digot qey çavê Tirkiyê li Mûsil û Kerkûkê ye, lê em em dibînin ku ew dixwazin xwe bigihînin Yemenê û heta Cezayirê jî.”

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amîrî ragihandibû ku di hilbijartinên 10ê Cotmehê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê de sextekarî hatiye kirin û gotibû ew wê yekê qebûl nakin.

Berbijêrê Hevpeymanya Fetih Mehmûd Heyanî beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî hilbijartinê û mijarên di rojevê de axivî.

Mehmûd Heyanî got, “Bi rastî, di van hilbijartinan de dengên me hatin dizîn. Di hilbijartinên dawîn de me 45 kursî bidest xistin, lê niha 14 kursiyên me hene. Encam beriya ku piraniya sindoqan bên vekirin, bêyî ku komîsyon karê xwe bi rêk û pêk bike, hatin eşkerekirin. Lê belê, piştî ku me îtîraz kir û daxwaz kir ku deng bêne hejmartin, hejmara kursiyan derket 20-22an. Ev nîşan dide ku xapandinek hebû.”

Heyanî  da zanîn ku rêberên Şîe yên weke Nûrî Malikî, Hadî Amirî, Heyder Ebadî, Umer Hekîm û Kays Xezalî ji bo hevpeymaniyê amade ne û derîyên wan ji Kurd û Erebên Sunnî yên din re vekirî ne.

"Dewletên herêmê destewerdan kirin"

Li ser pirsa Bêjerê Rûdawê Dildar Herkî ya "Ma hûn difikirin ku welatên biyanî di hilbijartina de destwerdanê kirin" Heyanî got: “Bê guman, destwerdana welatên biyanî heye. Me ev di kanalên televîzyonên din de jî eşkere kir. Me got ku dewletên herêmê destewerdan kirin. Ew vî karî dikin da ku di navbera mezhebên Iraqê de alozî çêbibe, lê rêberên me yên siyasî, serokatiya Fethê û birêz Muqteda Sedir ji vê yekê haydar in û xwediyê wê hesasiyetê ne.”

Berbijêrê Hevpeymanya Fetih amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê çav berdaya axa welatên herêmê û got: “Weke ku hûn dizanin, li Iraqê çavkaniyên xwezayî yên dewlemend hene. Neft û gaza xwezayî, fosfat û madeyê din ên xwedî nirx hene. Îro, pirsgirêk û pevçûnên li seranserê cîhanê hene, ji bo desteserkirina van çavkaniyan e ku ji aliyê darayî ve xwe bihêz bikin. Me digot qey çavê Tirkiyê li Mûsil û Kerkûkê ye, lê em li gotinên hikûmeta Tirkiyê dinêrin, ew dixwazin xwe bigihînin Yemenê û heta Cezayirê jî. Ew îdia dikin ku ew perçeyek dewleta Osmanî bû.”

"Tirkiye li bendê qedandinaPeymana Lozanê ye"

Heyanî bal kişand li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê Peymana Lozanê de û got, “Tirkiye li bendê ye ku Peymana Lozanê biqede. Serokomarê Tirkiyê di daxuyaniyên xwe de dibêje, 'Lozan ji bo me qediya'. Berî vê peymanê, Iraq axa dewleta Osmanî bû. Ji ber vê yekê ew dixwazin careke din kontrol bikin. Ez ne şaş bim, dema Peymana Lozanê 2022 diqede. Ji ber vê yekê ew dibêjin ku erdên ku digihîjin Iraq, welatên Kendavê, Sûriyê, Erebistan, Misir, Cezayîr, Lîbya û Somalî erdên Osmanî ne û ew doza mafan dikin. Pêwîstiya me bi hêzê heye ku da ku em li dijî wê bisekinin. Ji ber ku egereke wiha, divê em xwedî artêşek bi hêz bin.”

Siyasetmedarê Iraqî got ku di şerê DAIŞ û terorê de Pêşmerge mil bi milê artêşa Iraqê û Heşda –Şeibî re şer kir.

Li ser pirsa “Tu vê yekê dibêjî, lê Hadî Amirî îro daxuyaniyek da û Kurd careke din hêrs kir. Wî derxistina pêşmerge ji Kerkûkê wek serkeftina li hember dijmin binav kir. Dema ku li Kerkûkê li dijî DAIŞêşer dikirin, Pêşmerge gelek şehîd dan û bi xwîna xwe ew der parastin. Hûn çawa dikarin bi van vegotinan bi Kurdan re tifaqê bikin?” Heyanî di bersiva xwe de got: “Di vê mijarê de agahiya min nînin. Lêbelê, daxuyaniyên weha neteweperestiyê geş dikin û yekîtiya me xera dikin. Ez bi xwe li dijî wê yekê me ku daxuyaniyek bi vî rengî bê dayîn. "

Mehmûd Heyanî herwiha got ku namzedê wan ê ji bo serokwezîriyê Nurî Malikî ye, lê ew dikarin li ser mijara serokwezîrtiya Mistafa Kazimî jî danûstandinan bikin.