Xeys ê 13 salî: Ez ê biçim Îspanya daku bibim yarîzanê Real Madridê

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Sûriyê temenê wî 13 salî, piştî ku ji ber şer penaberî Lubnanê bûye, wî dest ji xwendin berdaye û hêviyên wî ew bûne ku biçe Ispaniya û bibe lîstikvanê futbolê.

Koçberê Sûrî li Lubnan Xeys Mihemed  ji Real Madrid hez dike û bixwe jî nizane çawa, lê dixwaze rojekê ji bo wê yaneya bi nav û deng a cîhanê bilîze û dibêje: “Ez Xeys im, ez dê biçim Îspanyayê daku bi Futbolê bilîzim.”

Piştî ku malabata wî jiber şerê navxwe ji Sûriyê reviya Libnanê, Xeysê 13 salî dest ji dibistanê berda, daku alîkariya bavê xwe yê nexweş bike di pirsa debara jiyanê de, xewna wî ye ku biçe Ispanya û rojekê ji rojan bibe lîstikvanê Real Madrid.

Bavê wî zarokî, koçberê Sûrî Samir Mihemed dibêje: “Ez nexweşim di warê tendirustî de, lewra zarokên min alîkariya min dikin. Pêdiviyan digihînin qatên şeşan û heftan li avahiyan, jiber asansor nîne, lewra ligel min diwestin.”

Malbata Samir li paytexta Lubnanê bajarê Beyrûtê bi rêya firotina şînkayî û fêkî li ser erebê  bizorê dibara jiyana xwe peyda dike.

Koçberê Sûrî Samir Mihemed got jî: “Me îro xwar, dibe ku sibê em nikaribin bixun, bi her awayî em bixun an nexun divê ez kirê peyda bikim, tu dibêjî zarok ji nûve çêbûne, divê ez zarokên xwe ji sifrê xwedî bikim.”

Xeys ê 13 salî di wê xewnê de ye ku rojekê biçe Îspanyayê û li stadyuma Santiago Bernabeu li Madridê di nav Real Madridê bilîze, lê bavê wî naxwaze hêviyeke derewîn bide kurê xwe.

Samir Mihemed herwiha got: “Hêj xewnê dibîne ku serdana stadyuma Real Madrid bike û ligel Benzeman wêne bigire.”

Hêvî hebû ku ev malbat bi rêya Komisyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya programa jinûve akincîbûnê biçe Îspanyayê, lê belavbûna Coronayê rê li ber çûna wan girt.

Niha 20 milyon koçber li ba Komisyonê tomar kirîne, ji wan tenê 1 milyon û 400 hezar ketine lîsteya programa jinûve akincîbûnê, lê belavbûna Coronayê li welatên pêşwazîker derfet li ba wan zêde kêm kiriye.