Hewlêr (Rûdaw) - Gereke din a danûstandinan îro di navbera Hikûmeta Efxanistan û Tevgera Taliban de birêve diçe. Talîn li hember rawestandina şer daxwaza azadkirina girtiyan dike.
Li gor medyaya nêzîkî Qeterê, endamekî şanda danûstandikar a hikûmeta Efxanistanê ragihandiye ku Tevgera Talîban pêşniyaza rawestandina şer bo dema sê mehan kiriye li hember azadkirina nêzîkî 7 hezar girtiyan ji zindanên Efxanistanê.
Serokê Efxanistanê Hamid Karzai berî niha ragihandbû, ku wê danûstandinên cidî di demeke nêzîk de destpê bikin.
Karzai daxwaz ji hikûmet û Talîban kiribş ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin û xwe dûrî tundûtîjiyê bikin û daxwaz ji hikûmeta Efxanistanê kir ku sûdê ji vê derfeta niha ya diyalogê bi Talîban re bigire û winda neke.
Li gor heman çavkaniyan, Talîbanê daxwaz kiriye ku navê hinek serkirdeyên wê ji lîsta reş ya NY derkeve.
Şandiyê taybet yê Wezîrê Derve yê Qeterê bo çareserkirina nakokiyan ragihandiye, aliyê Qeterê 6 xal amade kirine û divê demeke diyarkirî bo danûstandinan hebe û berî 11 Îlonê bidawî bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse