Hûrgiliyên operasyona Cerablûsê: Berpirsê DAIŞê bi helîkopteran veguhestin Kobaniyê

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku hêzên wan bi operasyoneke taybet, berpirsekî bilind ê DAIŞê li bajarê Cerablûs a ku di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên ser bi wan ve ye girtine.

Hevpeymaniya Navdewletî 16ê Hezîranê di saet 12ê şevê de ji Bingeha Xerab Îşk a li Kobaniyê bi hêzeke taybet a ku ji çend helîkopterên Black Hawk û Shinok ve pêk hatibûn dest bi operasyona girtina serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Hanî Ehmed El-Kurdî yê li gundê Himêre kirin. Pişt re hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ew serkirde û 3ê kesên din veguhestin Bingeha Xerab Îşk li Kobaniyê.

Berpirsên Amerîkî ragihandin ku navê wî serkirdeyê DAIŞê Hanî Ehmed El-Kurdî ye û berê waliyê DAIŞê yê Reqayê bûye.

Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir ku kesê hatiye girtin serkirdeyê DAIŞê ye û pisporê çêkirina bombeyan û birêvebirina operasyonan bûye, her wiha operasyona wan serkeftî bûye û tu kesek ji hêzên wan û ji welatiyên sivîl birîndar nebûne.

Şahidekî bûyerê dibêje, wan dît helîkopteran ew mal dorpêç kirin, piştre kesek girtin û dema helîkopter çûn wan dîtin ku endamên malê destgirêdayî bûn.

Şahidê operasyona Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Mihemed Yûsif got, “Doh saet 12 û nîvê şevê li başûrê gund helîkopter daketin, maleke koçberekî Helebê li kêleka gund bû, em çend xort jî ji gund derketin bibînin ka çi heye. Helîkopteran mal dorpêç kirin û piştî ku helîkopter rabûn em çûn aliyê malê, me dît ku jin û zarok di nav rez de girêdayî ne. Zilamek bi xwe re biribûn û kesên din jî em nizanin bi ku ve çûne. Piştî me destên wan vekirin, me ji wan re pirsî çi bû, gotin Fewaz birin. Tişta ku me dizanî ew koçberên Helebê ne lê piştî daketina helîkopteran zanyarî li ba me çêbûn ku ev zilam serkirdeyekî DAIŞê ye.”