Li çiyayê Şingalê şeş gundên nû hatine avakirin

Şingal (Rûdaw) – Çar sal piştî awarebûnê, beşek ji awareyên Şingalê ji vegera asayişê bo gundên wan bêhêvî bûne û li ser çiyayê Şingalê ji bo xwe xanî çêkirine.

 

Beşek ji awareyên Şingalê biryar dane ku jinûve xaniyan ava bikin û zêdetirî 200 xanî ava kirin.

 

Kurdekî Êzidî yê bi navê Îdo Şerîf ji Rûdawê re diyar kir, tevî ku cihê wan li nahiya Sinûnê heye, wan biryar dane li ser çiyayê Şingalê ji xwe re xanî çêkin.

 

Malbatên ku li ser çiyayê Şingalê xanî ava kirine, piraniya wan xelkê bakurê Şingalê ne û ji wan beşeke mezin ji vegera ser mal û milkê xwe, bêhêvî bûne.

 

Welatiyê bi navê Şoyiş Şîno dibêje ku ji bo vegerê şiyanek nedîtine û ji ber vê yekê her malbat li gor qeweta xwe xanî ji xwe re ava kirine.

 

Îdareya deverê hewl dide ku li gel hikûmeta Bexdayê di van çend rojên nêzîk de xizmetguzariyên pêwîst bigihîn wan gundên nû yên li serê çiyayê Şingalê.

 

Qaymeqamê Şingalê Fehd Hamid ji Rûdawê re diyar kir ku ne hikûmeta navendî, ne civaka navdewletî û ne jî mafên mirovan, giringî nedane rewşa wan û ew jî neçar mane ku bi hewldanên xwe yên şexsî ji xwe re xaniyan ava bikin.

 

Li serê çiyayê Şingalê bi giştî, nêzîkî 15 gund hene û zêdetirî 2 hezar malbat li wan gundan dijîn.