Artêşa Tirkiyê: Me nexweşxane bombebaran nekiriye

Navenda Nûçeyan – Artêşa Tirkiyê nûçeyên bombebarankirina Nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê red dike.

 

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê li ser bombebarankirina Nexweşxaneya Avrîn daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Operasyona Çiqlê Zeytûnê bi awayekî ku zirar nedin sivîl, bêguneh û jîngehê tê pêkanîn. Nûçeyên li ser bombebarankirina nexweşxaneyekê li Efrînê ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirk ve, ji rastiyê dûr in.”

 

Daxuyaniya Artêşa Tirkiyê di demekê de ye ku YPG ragihand roja înê (16-03-2018) Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hat bombebarankirin û gelek qurbanî hene.

 

YPGê ragihandibû ku Nexweşxaneya Avrîn bûye armanca sê roketan û ji ber vê ziyaneke mezin li nexweşxaneyê ketiye û hatibû diyarkirin ku ji ber êrişê 15 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûn.

 

Herwiha yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê Dilgeş Îsa ji Rûdawê re ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 16 û ji wan du kes jin in û ducanî bûn.

 

Nexweşxaneya Avrîn mezintirîn nexweşxaneya herêma Efrînê ye. Bombebarankirina nexweşxaneyê di demekê de ye ku ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gelek birîndar di wê nexweşxaneyê de têne dermankirin.