Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê li ser vegera Sûriyeyiyan daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku 625 hezar koçberên Sûriyeyê bi biryara xwe vegeriyane welatê xwe.

Li Tirkiyeyê bi giştî 3 milyon û 518 hezar û 55 Sûriyeyî hene.

Ji wan 3 milyon û 200 hezar di bin “parastina demkî” de û “destûra mayînê” ya 80 hezar kes jî heye.

Herwiha 238 hezar û 55 kesan jî mafê welatîbûna Tirkiyeyê wergirtiye

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li parêzgeha Kilîsê beşdarî “Civîna Ewlehiyê” bû û got, ji bo aramiya Tirkiyeyê ew girîngiyê didin ewlehiya bajarê sînorî yê Kilîsê.

"Nêzîkî 625 hezar kesan bi biryara xwe vegeriyane"

Yerlîkya wiha got:

“Derbarê hêza erka Sûriyeyê hûn dizanin erkekî Kilîsê û wezareta me heye.

Li aliyê Cerablûs, El Bab û Ezazê li aliyê din ji bo avakirina jiyanê 7 sal in xizmet û hewlên baş hene.

Hemû cîhan dizane ev xebat ji rawestandina koçê ya di cih de ye.

Em dê di vî warî de ji bo rawestandina koça li ser bajar û sînorên me xebatên xwe berdewam bikin.

Eger em hejmarekê bidin, nêzîkî 625 hezar kesan bi biryara xwe vegeriyane welatê xwe.”