Komkara Ereban dê li ser êrişa Hewlêrê civîneke awarte li dar bixe
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebû Xît êrişa Îranê ya li Hewlêrê şermezar kir.
Herwiha Komkara Ereban piştî vê êrişê biryar da ku civîneke awarte li dar bixe.
Nûnerên Komkara Ereban li ser êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de êrişa Îranê bi tundî hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku Îranê cih û warên sivîlan kirine armanc.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran têkiliyên baş ên cîrantiyê li ber çavan nagire û wiha pê de çû:
“Ev êriş binpêkirina eşkere ya serweriya Îraqê û ewlehiya gelê Îraqê ye.
Ev yek di heman demê de çewisandineke eşkere ya ewlehiya welatên Ereb e.
Ewlehî û aramiya Îraqê beşek ji ewlehiya welatên Ereb e. Êrişa li ser Îraqê êrişa li ser welatên Ereb e.
Em hevbendiya xwe ya ji bo Îraqê dubare dikin û piştgiriyê didin hemû tedbîrên ji bo parastina serwerî û ewlehiya welatiyên Îraqê.”
Herwiha Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebû Xît êrişa Îranê şermezar kir.
Li aliyê din, Komkara Erebî biryar da ku derbarê êrişê de civîneke awarte li dar bixe.
Çi bûbû?
Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.
Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.
Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.
Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.
Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.
Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.
Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.
Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.
Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.
Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.
Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.
Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.