Baskê siyasî yê HSDê bo kongreya Qahîre-3 hat vexwendin

Hewlêr (Rûdaw) - Amadekariyên kongreya Qahîre-3 ya opozisyona Sûriyê dest pê kirine û Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSD ji bo kongreyê hatiye vexwendin.

Hevserokê MSD, Riyad Derar aşkere kir ku ew bi fermî ji bo kongreya Qahîre-3 hatine vexwendin.

Li aliyekê din, Serokê Platforma Qahîreyê ya opozisyona Sûriyê Cemal Silêman ragihand ku diyalog ligel çend aliyên Kurdî heye, di nav de Rêveberiya Xweser û partiya PYDê.

Silêman herwiha aşkere kir, ku di demeke nêzîk de ew dê diyalogê ligel ENKSê û kesayetiyên Kurd ên serbixwe bikin, da ku nûneratiya pêkhateya Kurd a li Sûriyê berfireh bibe.

Ew çend sal in , ku gelek kongre û hevdîtinên navdewletî û navçeyî derbarê rewşa Sûriyê hatine sazkirin, lê belê ji Rêveberiya Xweser û MSDê ti nûner ji bo wan hevdîtin û kongreyan nedihatin vexwandin.

Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê, ew zêdetirî 8 salan e ku alozî li wî welatî berdewam in. Heta niha çendîn xûlên danûstandinan li Cinêvê û Astanayê di navbera aliyên opozisyonê û hikûmeta Sûriyê de hatine sazkirin, lê bê encam bûne.

Opozisyona Sûriyê yekdest nîne û li ser çend eniyan hatiye perçekirin ku her yek ji wan piştgiriya welatekî li piştê heye, ji wan jî Platforma Qahîre û Platforma Moskowê. Herwiha her yek ji Tirkiye û Erebistana Siûdiyê jî aliyên xwe di nava opozisyona Sûdiyê de hene.