Hilbijartinên Îraq û hinek bajarên Başûrê Kurdistanê: Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 67 e

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku, rêjeya beşdariyê di dengdana taybet a hilbijartinên encûmenên parêzgehan û kampên koçberan de zêdetirî ji sedî 67 bûye.

Li Îraq û hinek parêzgehên Başûrê Kurdistanê dengdana taybet ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan bi rê ve çû.

Li Îraq û hinek parêzgehên Başûrê Kurdistanê hêzên ewlehiyê û koçberên navxwe yên li kampan dijîn, îro ji bo "dengdana taybet" a hilbijartinên herêmî yên ku dê roja duşemê bên lidarxistin, çûn ser sindoqan.

Li 15 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê îro saet 07:00an bi dema herêmî proseya dengdana taybet dest pê kir.

Proseya dengdanê heta saet 18:00an berdewam kir.

Ji zêdeyî milyonek dengdêran re deriyên sindoqan hatin vekirin

Ji milyonek û 2 hezar û 393 endamên hêzên ewlehiyê û 48 hezar koçberên navxwe yên li Herêma Kurdistanê re deriyê sindoqên dengdanê hatin vekirin.

Li Hewlêrê 5 hezar û 230 koçberên li kampan û 15 hezar û 492 endamên hêzên ewlehiyê yên li derveyî kampan mafê dengdanê hebûn.

Rêveberê Ofîsa Teknîkî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Botan Şêrko ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 2 hezar koçber û 13 hezar karmendên asayişê deng dane.

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ragihand ku beşdariya hilbijartinên navçeyên Erbet û Aşti yên Silêmaniyê ji sedî 77 û li Xaneqînê jî ev rêje ji sedî 75 bûye.

Qeymeqamê Şexanê Serdar Şêx Yehya jî da zanîn ku heta saet 17:40an beşdariya hilbijartinan gihiştiye ji sedî 63an.

Li gorî zanyariyên ku ji Şaxa Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Zaxoyê hatine wergirtin, li tevahiya kampên Zaxoyê beşdarî ji sedî 74 bû.

Li gel encamên hilbijartinên giştî dê encaman bên ragihandin

Di hilbijartinan de bi giştî 5 hezar û 904 namzed ji partî û tifaqên curbecur hevrikiyê dikin û tê de nêzîkî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye.

Kurd li Kerkûk, Mûsil, Diyala, Selahedîn û Bexdayê bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan dibin.

Endamê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Hesen Hadî jî ji Rûdawê re got:

“Encamên hilbijartinên îro dê ligel hilbijartinên 18ê Kanûna Pêşînê werin eşkerekirin.”

Rêjeya beşdariyê li gorî hilbijartinên berê zêde bû

Li gorî agahiyên Rûdawê ku ji çavkaniyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê bi dest xistine, rêjeya beşdariya dengdana li gorî hilbijartinên berê zêde bûye.

Li gorî vê yekê rêjeya beşdarbûna hilbijartinan li hinek parêzgehan wiha bû:

Diyale: ji sedî 78

West: ji sedî 74

Dîvaniye: ji sedî 77

Besra: ji sedî 71

Kerbela: ji sedî 66

Necef: ji sedî 68

Nînowa: ji sedî 75

Zikar: ji sedî 72

Babîl: ji sedî 69,7

Meysan: Ji sedî 67

Selahedîn: Ji sedî 76

Kerkûk: Ji sedî 70.2

Hêzên asmanî yên Îraqê dê piştî dengdanê sindoqên dengdanê bibin Navenda Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Îraqê ya li Bexdayê.

Desteya Ragihandinê: Binpêkirin ji sedî 20 kêm bûn

Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Îraqê daneyên li ser dengdana taybet parve kir û ragihand ku binpêkirin li gorî hilbijartinên berê ji sedî 20 kêm bûne.

Di daxuyaniya komîsyonê de hat destnîşankirin ku hilbijartinên parêzgehan ji aliyê 124 kanalên ragihandinê ve hatine şopandin û li gorî hilbijartinên parlamentoya sala 2021an ji sedî 20 kêmbûna binpêkirinan hatiye tomarkirin.

Rêjeya beşdariyê zêdetir ji sedî 67 bû

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê diyar kir rêjeya beşdariyê zêdetirî ji sedî 67 bûye.

Di hilbijartinên herêmî yên ku li parêzgehên Îraqê tên kirin de mafê 16 milyon û 158 hezar û 788 kesan heye.

Hilbijartinên herêmî yên li Îraqê herî dawî di sala 2013yan de hatibûn kirin.