Îran parastina tevahiya sînorê xwe yê li gel Başûr û Bakurê Kurdistanê dike elektronîk

Hewlêr (Rûdaw) – Hêza Pasevanên Sînor a Îranê ragihand, dê sîstema kontrol û çavdêriya elektronî li tevahiya sînorên  wî welatî li gel Tirkiyê û Iraqê (sînorê Rojhilatê Kudistanê li gel Bakur û Başûrê Kurdistanê) bê danîn.

Fermandarê Giştî yê Pasevanên Sînorê Îranê, Ehmed Elî Guderzî îro Yekşemê 15ê Mijdara 2020an serdana navçeyên sînorî yên parêzgeha Urmiyê li gel Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, ew dê di dema 5 salan de projeya kontrola elektronîkî ya sînoran cîbicî bikin û bi wê yekê ew dê rê li her core çûn û hatineke neyasayî li sînorên Îranê bigirin.

Ehmed Elî Guderzî amaje bi pevçûna roja Înê ya li sînorê parêzgeha Urmiyê ya di navbera hêzên Îranê û hêzeke çekdar a dijberê rejîmê de kir û gef xwar, ku ew dê toleke dijwar hildin.

Wî rayedarê serbazî yê Îranê got, “em dê toleke dijwar li wan kesan hildin ku du efser û serbazekî pasevanên sînor kuştin û du kesên din jî birîndar kirin.”

Roja Înê 13ê Mijdara 2020, hikûmeta Îranê ragihandibû, ku pevçûneke çekdarî di navbera hêzên pasevanên sînor ên wî welatî û komeke çekdar de, ku weke “komeke çekdarên dijberê şoreşê” bi nav kiribû, li navçeyeke sînorî ya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê derketiye û di encamê de 3 kes ji hêzên pasevanên sînor hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.

Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya wî şerî û kuştina efser û serbazên Îranê li xwe negirtiye.

Supaya Pasdaran a Îranê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, ji roja Şemiyê ve bi sedema kuştina wan serbazan, hêzên wan dest bi topbarankirina navçeyên sînorî yên parêzgeha Urmiyê kiriye û binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirine armanc, lê partiyên Rojhilatê Kurdistanê di vê bareyê de tiştek negotine.