Sûdanî û Erdogan peywendiyeke telefonî pêk anîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di peywendiyeke telefonî de peywendiyên siyasî, aborî û bazirganî yên di navbera herdû welatan de gotûbêjkirin.

Li gor daxuynaiya ku ji aliyê Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ve hatiye belavkirin,  Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şiya Sûdanî roja Înê 14ê Hezîrana 2023an di demjimêrên piştî nîvro de peywendiyeke telefonî pêkanîne.

Li gor daxuyaniyê Sûdanî û Erdogan di wê peywendiya telefonî de li ser peywendiyên siyasî yên di navbera herdû welatan de gotûbêjkirine û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî jî kirine.

Di daxuyaniyê de ameje bi wê yekê hatiye dayîn ku Serokwezîrê Iraq û Serokkomarê Tirkiyê  li ser pêşhatên dawî yên navçeyê û cîhanê jî gotûbêj kirine.

Nivîsîngeha Ragihandina Serokwezîriya Iraqê jî di daxuyaniyekê de dibêje Recep Tayyîp Erdogan û Mihemed Şiya Sûdanî di peyendiya telefonî de tekezî li bihêzkirina peywendiyê dûalî yên di navbera herdû welatan de kirine.”

Li gor daxuyaniya Nivîsîngeha Ragihnadina Serokwezîriya Iraqê, Sûdanî tekez kiriye ku Iraq bi armanca pêşxistina peywendiyên aborî û rûbirûbûna hemû astengiyan bi taybet pirsgirêkên emnî girîngiyê bi peywendiyên herêmî û navdewletî dide  ji bo pêkanîna aramiya li navçeyê.

Nivîsîngeha Ragihnadina Serokwezîriya Iraqê dibêje: “Serokkomarê Tirkiyê jî xwesteka welatê xwe bo berfirehkirina hevahengiyê derbiriye û pêdagirî li amadebûna kompanyayên Tirkiyê kiriye ji bo karkirina berdewam a ji bo armanca temamkirina rêya geşepêdanê”

Ev peywendiya telefonî ya di navbera Serokwezîrê Iraqê û Serokkomarê Tirkiyê di demekê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Çarşemê 14ê Temûza 2023an di axaftineke xwe ya li Vîlnîusa Paytexta Lîtvanyayê ya di Lûtkeya NATOyê de li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê Zinar Şînor  dabû û gotibû: “Derbarê wergirtina  Petrolê  ji Iraqê  de ti pirsgirekek me nîne. Ev bi temamî di  navxweyê Iraqê de ji ber pirsgirêka di navbera rêveberiya navendî û Bakurê Iraqê de  çêbûye. Li ser vê mijarê jî hevalên min ên peywendîdar hevdîtinên xwe  dikin."

Erdogan herwiha  gotibû "Pêngava ku em di vî warî de diavêjin jî ew e ku Rêveberiya Bakurê Iraqê û Rêveberiya Navendî vê  pirsgirêka xwe çareser bikin. Eger ev yek derbas kirin ji xwe em jî ligel wê yekê ne ku di vê mijarê de hêl û boriyên petrolê bên vekirin. Ji ber ku li ser esasê qezenc û qezencê  bila ew jî qezenc bikin û em jî qezenc bikin.”

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ku bi rêya boriya Ceyhanê digihêje Tirkiyê û ji wir hinardeyî welatên din ên ku kiryarê petrolê ne tê kirin, ji 25ê Adarê ve, wate 109 roj in hatiye ragirtin. Ev jî 2 rojan berî biryara Dadgeha Navbeynkar a Navdewletî ya Parîsê hate cibicîkirin.

Dadgeha Navbeynkar a Navdewletî ya Parîsê li ser gilîkirina Iraqê ya li dijî Tirkiyê ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê biryar di berjewendiya Iraqê de da û piştî wê biryarê hate rawestandin. Wê demê Tirkiyê ragihandibû ku ew dê pabendî biryarê bibin û ji ber wê jî hinardekirina bi boriya Ceyhanê heta niha dest pê nekiriye.

Ev gotinên Erdogan di demekê de ne ku Iraqê û Herêma Kurdistanê ji ber rawestandina hinardekirina petrolê ku çavkaniya sereke ya mûçexwirên Herêma Kurdistanê ye, mehane zêdetirî 850 milyon dolaran ziyan dibînin.