Cewad Zerîf: Lûtkeya Îran, Rûsya û Tirkiyê di demek nêzîk de dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku lûtkeya Îran, Rûsya û Tirkiyê derbarê Sûriyê de van nêzîkan dest pê dike.

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê civiyan û piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di wê konferansê de amaje bi bi sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê kir û got, “Em li dijî sizayên ser Îranê ne” û diyar kir, “Seqamgiriya Îranê bo me girîng e.”

Mevlut Çavuşoglu herwiha aşkere kir ku ew plan dikin geştên asmanî yên li gel Îranê 1ê Tebaxê dest pê bikin û li ser rewşa Tirkiyê jî got, “Rewşeke neseqamgir li Tirkiyê heye.”

Çavuşoglu derbarê rewşa Libyayê de jî ragihand ku ji bo pêkanîna agirbesteke mayînde li Lîbyayê hevdîtinên wan ên li gel Rûsyayê berdewam dikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf jî diyar kir ku di civ,na li gel hevtayê xwe de wan pirsên deriyên sînor, enerjî û geştûgazuriyê gotûbêj kirin.

Cewad Zarîf aşkere jî kir ku lûtkeya Îran, Rûsya û Tirkiyê derbarê Sûriyê de ku van demên nêzîk dest pê dike.

Herwiha Wezîrê Derve yê Îranê got ku ew bi niyaz in di warê tendirustî jî de hevkariya wan li gel Tirkiyê hebe û got, “Ez spasiya Tirkiyê dikim ji ber piştgiriya bo gelê Îranê di dema şewbê de.”

Cewad Zerîf amaje bi sizayên li ser Îranê jî kir û got, “Sizayên li ser Îranê ji bo lêdana gelê Îranê ne.”

Wezîrê Derve yê Îranê got jî, “Pîşesaziya Tirkiyê dikare pişta xwe bi gazê sirûştî yê Îranê ve girê bide.”