Di naveroka agirbesta Îsraîl û Hemasê de çi heye?

Hewlêr (Rûdaw) - Rûdawê naveroka agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de bi dest xist.

Agirbest ji vekişîna artêşa Îsraîlê, pevguhertina dîl û girtiyên di zindanan de, çareserkirina pirsgirêkên Bereya Fîladelfya, vekirina deriyê Refahê û gihandina alîkariyên mirovî pêk tê.

Di naveroka peymanê de tê gotin, "Armanc û daxwaza her du aliyan û navbeynkaran gihîştina rêkeftineke dawî ye ji bo bicihkirina rêkeftina 27ê Gulana 2024an ku der barê guhertina dîl û girtiyan de ye û vegerandina aramiyeke herdemî ku dê agirbesta berdewam bi xwe re bîne.

Hemû rêkarên qonaxa yekem dê di qonaxa duyem de berdewam bin. Guftûgo li ser mercên bicihkirina qonaxa duyem berdewam dikin û garantorên vê rêkeftinê jî kar dikin da ku berdewamiya guftûgoyan ji bo gihîştina rêkeftinê garantî bikin."

Vekişîna artêşa Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê ber bi rojhilat ve ji wan herêmên ku gelekê sivîlan lê dijîn û li dirêjiya sînorê Xezeyê ne, vedigere. Ev herêm newala Xeze jî (herêmên Nitzarim û Dowar Kuwêt) di nav xwe de digire.

Hêzên Îsraîlê dê li 5 xalên diyarkirî û li dirêjiya 700 metreyan belav bibin ku ev mesafe dê heta bi 400 metreyan jî were zêdekirin. Aliyê Îsraîlî dê vê mesafeyê diyar bike. Sînorê başûr û rojavayê herêmê dê li gorî nexşeya ku li ser hatiye lihevkirin, be.

Bihevhuhertina dîl û girtiyan

- 9 dîlên nexweş û birîndar ji nav lîsteya 33 kesî dê bên berdan, li hemberî vê yekê 110 girtiyên Filistînî yên ku bi cezayê heta hetayê hatine sizadan dê bên berdan.

- Îsraîl dê 1000 kesên ku 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Xezeyê hatine girtin û ti têkiliya wan bi êrişên 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan re tune berde.

- Kesên di ser 50 salî re di lîsteya 33 kesî de li gorî mifteya 1:3 girtiyên heta hetayê + 1:27 girtiyên bi yasayên din hatine sizadan.

- Îbra Mengisto û Hişam Seîd - dê li gorî yasaya guherandina 1:30 bi 47 girtiyên Şalît re bên berdan.

- Hinek girtiyên Filistînî yên li derveyî Xezeyê yan li nav Xezeyê dê li gorî lihevkirina her du aliyan bên berdan.

Eniya Fîladelfiya

- Artêşa Îsraîlê li herêmên rêrevê di çarçoveya qonaxa yekem de gav bi gav hejmara leşkerên xwe kêm dike, ev jî li gorî nexşerêya ku her du aliyan li ser li hev kirine.

- Di çarçoveya qonaxa yekem de, di roja 42yemîn de dîlê dawî dê bê berdan û artêşa Îsraîlê dê di nav demeke ku ji 50 rojan zêdetir nebe de dest bi vekişînê bike.

Deriyê Refahê

- Deriyê Refehê ji bo veguhastina sivîl û birîndaran piştî azadkirina hemû jinên sivîl û leşkeran amade dibe û Îsraîl jî hewl dide ku di demeke nêz de deriyê pêk bîne.

- Artêşa Îsraîlê li derdora Deriyê Refehê li gorî nexşeyê tê belavkirin.

- Her roj destûr tê dayîn ku 50 leşkerên birîndar bi 3 hevalên xwe re derbas bibin, her yek ji wan hevalan jî divê razîbûna Misir û Îsraîlê wergirin.

- Derî li gorî lihevkirinên meha Tîrmeha 2024an tê vekirin.

Derketina nexweş û birîndarên sivîl

- Li gorî xala 12an a rêkeftina 27ê Gulana 2024an, dê destûr were dayîn ku hemû birîndar û nexweşên sivîl ên Filistînî di deriyê Refahê re derbas bibin.

Vegera Koçberan bi bê çek (Eniya Netzarîmê):

- Vegera li ser bingeha peymana 27ê Gulana 2024an, madeya 3-A û madeya 3-B hatiye lihevkirin.

- Di roja heftemîn de, dê destûr bê dayîn ku koçber peya û bê çek û bê lêpirsîn ji Kolana Reşîdê ber bi bakur ve vegerin û di roja 22yemîn de jî dê destûr bê dayîn ku ji Kolana Selahedîn bê lêpirsîn ber bi bakur ve vegerin.

- Di roja heftemîn de, dê destûr bê dayîn ku otomobîl ber bi bakurê Eniya Netzarîmê ve vegerin, piştî ku ji aliyê kompanyayeke taybet ve bên kontrolkirin ku welatên navbeynkar dê bi hevahengiya Îsraîlê kompanyayê diyar bikin.

Protokola alîkariyên mirovî

- Rêbazên alîkariyên mirovî dê li gorî rêkeftinan bin û dê bi pêgirîbûna bi protokolên mirovî yên ku li bin çavdêriya welatên navbeynkar hatine pejirandin, werin pêkanîn.