Li Amed û Enqereyê du jin hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û Enqereya paytexta Tirkiyeyê, du jin hatin kuştin.

Li Amedê, şeva borî hinek kesan li kolanê bi demançeyê êrişî jina bi navê M.P. (41) kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê jina birîndar veguhast Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê.

M.P.yê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, ji bo desteserkirina êrişkarên ku ji cihê bûyerê reviyan xebat hatin destpêkirin.

Li Enqereyê zilamekî hevjîna xwe ya berê kuşt

Li navçeya Sîncanê ya Enqereyê jî Nursena Kozana 25 salî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin.

Şeva borî li Taxa Tandoganê ya navçeya Sîncanê, zilamê bi navê Ş.Ş. bi demançeyê êrişî hevjîna xwe ya berê Nursena Kozanê kir.

Nursena Kozan di êrişê de ji serê xwe birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Nursena Kozana birîndar rakir nexweşxaneyeke taybet a Enqereyê.

Nursenayê tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Polîsan êrişkar Ş.Ş. desteser kir.