Îsraîl: Em dê jêrxana Xezayê ava bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Israîlê Yair Lapid, ji bo başkirina rewşa xelkê Xezayê planek pêşkêş  kir û got li hemberî vê pêngavê divê Tevgera Hemasê pêbendê agirbestê be.

Wezîrê Derve yê Israîlê Yair Lapid li Zanîngeha Reichman a Herzilya di kongreya derbarê ewlehiyê de ragiahdn ku armanca wan ji vê planê ew e bo xelkê Filistînê pêşan bidin ku bizanibin sedema hejarî û nebûna derfetên kar vedigere dijayetiya Hemasê ya li hember Îsraîlê.

Yair Lapid diyar kir ku, ji mêj ve du bijarde li pêşiya wan hene, yan divê Xezayê kontrol bikin, an herdem di metirsiya gefan de bijîn. Navbirî bi navê bi navê "Aborî li hember ewlehiyê" despêşxeriyek pêşkêş kir. 

Lapid tekez kir ku ew daxwaza danûstandina ligel Hemasê nakin, ji ber rêxistineke "terorê" ye û armanca wê jinavbirina Israîlê ye. Wezîrê Derve yê Israîlê ku biryar e di dema du salan de bibe serokwezîr got, plana wî ne siyaseta hikûmetê ya fermî ye, lê Serokwezîr Naftali Bennet pişgiriya wê dike.

Yekem pêngav li gor Lapid avakirina jêrxana Xezayê ye, wek çêkirina elektrîk, gihandina xazê, avakirina santraleke şêrînkirina avê û herwiha başkirina xizmetguzariyên tendirustî ye. Lapid got, roleke giring a Misrê û civaka navdewletî  heye, daku bihêlin Hemas pêbendê agirbestê bibe.

Gulana borî li Xezayê şer di navbera Israîl û Hemasê de derket û bo dema 11 rojan berdewam kir, di encam de zerareke zêde gehişt ejêrxana Xezayê, piştre bi navbênkariya Misrê agirbest di navbera herdu aliyan de hat ragihandin.