Li Sûriyeyê erdhej: Bakur û Tirkiye jî hejiyan!

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê erdhejeke bi mezinahiya 5,2 çêbû û hinek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hejiyan.

Erdhejê şeva borî saet 23:56an rû da û kûrahiya wê 19,38 kîlometre bû.

Bajarên Adana û Hatayê yên Tirkiyeyê û bajarên Dîlok, Kilîs û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê jî bi bandora vê erdhejê hejiyan.

Piştî vê erdhejê erdhejên paşekî jî çêbûn.

Saet 00:02yan erdhejeke bi hêza 3,8an û saet 03:28an jî erdhejeke bi hêza 4,4an çêbûn.  

Parêzgariya Hatayê bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha rewşeke neyînî rû nedaye.