Encûmena Asayîşê daxwaz dike hêzên biyanî li Lîbyayê nemînin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku hemû hêzên biyanî û yên kirêgirtî ji Lîbyayê derkevin.

Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de dibêje: “Encûmena Asayîşê daxwazê ji hemû aliyan dike ku rêkeftina taybet bi agirbestê tam cîbicîh bikin û hemû endamên Neteweyên Yekbûyî jî han dide rêzê li rêkeftinê bigrin daku bi tevahî were cîbicîhkirin.”

Daxuyanî ji aliyê hemû endamên Encûmena Asayîşê ve tê piştgirîkirin û pêşwazî li pêngavên vê dawiyê yên taybet bi Lîbyayê tê kirin, ji wan jî biryara pêkanîna hilbijartinê di meha Kanûnê de.

Li gor hinek amarên ne fermi, di dawiya sala 2020an de nêzîka 20 hezar serbazên biyanî û kirêgirtî li Lîbyayê bûn û ji wê demê ve jî ti paşde vekişîneke wan hêzan nehatiye dîtin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, di dema çend salên derbasbûyî de rêz li ferzkirina ambargoya çekan bo ser Lîbyayê nehatiye girtin û amaje bi wê yekê didin ku serbazên artêşa Tirkiyê li Lîbyayê ne û herwiha kirêgirtiyên Rûsyayê jî li Lîbyayê hene. Ji xeynî wê jî çekdarên Sûdanî, Çadî û Sûrî li Lîbyayê ne.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşê de tê tekezkirin ku divê çek ji grûpên çekdar ên nav Lîbyayê bên wergirtin, di nav hêzên fermi de bên bicîhkirin û girîng e hikûmetek li wî welatê were pêkanîn ku desthilata wê bi ser tevahiya Lîbyayê de hebe.