Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di çarçoveya “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” de li Dubaiyê ne.
Di çarçoveya lûtkeyê de Mesrûr Barzanî û Erdogan îro saet 15:00ê civiyan.
Di civînê de ji bilî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, wezîrê parastinê, enerjî, çavkaniyên sirûştî û bazirganî yên Tirkiyeyê jî amade bûn.
Her du aliyan di civênê de rewşa giştî ya Îraq û herêmê û geşepêdana pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê kirin.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubaiyê doh bi tevlîbûna çend serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê dest pê kir û biryar e heta sibê berdewam bike.
Mesrûr Barzanî doh li lûtkeyê axivîbû û bal kişandibû ser mafê rewa yê Kurdan ê diyarkirina çarenivîsa xwe.
Serokwezîr Mesrûr #Barzanî li Dubaiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp #Erdogan re hevdîtinek kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 13, 2024
📸Senger Ebdulrehman / Rûdaw pic.twitter.com/g8NftA6Sjk