Qaçaxçiyan leşkerekî Urdunî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdunê ragihand ku îro serê sibehê di navbera nobedarên sînor ên Urdunê û qaçaxçiyan de şerekî rû daye.

Li gorî nûçeya Ajansa Petrayê ya Urdunê ya ku xwe dispêrê artêşa Urdunê, li ser sinorê Sûriye-Urdunê di navbera gelek qaçaxçî û nobedarên sînor ên Urdunê de pevçûn çêbûye.

Di vê pevçûnê de leşkerekî Urdunî hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Li gorî heman çavkaniyê, di pevçûnê de hinek qaçaxçî jî hatine kuştin û birîndarkirin.

Heman ajansê da zanîn ku qaçaxçiyên mayî derbasî aliyê Sûriyeyê bûne.