Balafireke leşkerî ya Amerîkayê li Deryaya Naverast ket

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku ji ber şaşiyekê, balafireke wan a leşkerî li Deryaya Naverast ketiye.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê yê Ewropayê (EUCOM), êvara şemiyê di beyannameyekê de têkşikestina balafireke wan a leşkerî li rojhilatê Deryaya Naverast ragihand.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê yê Ewropayê (EUCOM) destnîşan kir ku balafira wan di dema rahênanê de ketiye.

Fermandariya Artêşa Amerîkayê cureya balafira leşkerî eşkere nekir lê hefteya borî hejmarek balafirên pêşketî şandibûn Rojhilata Navîn.

Ew balafir wek beşek ji hevahengiya Pentagonê ya parastina hêzên wan ên li navçeyê û herwiha rêgirtina berfirehbûna şerê Xezeyê hatine şandin.

“Rûbirûyê şaşiyekê dibe”

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê yê Ewropayê (EUCOM) di beyannameya xwe de ragihand:

“Êvara 10ê Çiriya Paşînê, balafireke leşkerî ya Amerîkayê, beşdarî rahênaneke leşkerî bû, dema ew li rojhilatê Deryaya Naverast rûbirûyê şaşiyekê dibe, dikeve.”

Di daxuyaniyê de behsa zererên canî û çarenivîsa pîlot an jî kesên di nav balafirê de nehat kirin.

Herwiha di daxuyaniya artêşa Amerîkayê de hat gotin:

“Em dikarin bi piştrastî bibêjin ku ketina balafirê girêdayî perwerde û rahênanê bûye û ti pêwendiya wê bi tevgereke dijminkariyê ve nebûye, niha sedema ketina xwarê ya balafirê tê lêkolînkirin.”

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê, Amerîkayê hejmara leşker û hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn zêde kir.

Amerîkayê herwiha alîkariya leşkerî jî da Îsraîlê.

Artêşa Amerîkayê herwiha du keştiyên mezin ên leşkerî şandin Deryaya Naverast.