Hikûmeta Efxanistan û Talîbanê dest bi gotûbêjên aştiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dohaya paytexta Qeterê ku tê de yek ji giriîngtirîn gotûbêjên aştiyê di navbera du dijminên dîrokî; Efxanistanê û Tevgera Talîbanê de birêve diçin.

Endamê Şanda Hikûmeta Efxanistanê, Xulam Mecrûh dibêje, “Mafê xelkê Afxansitanê ye ku hevawayê hemû xelkê cîhanê di xweşiyê û aştiyê de bijîn. Hikûmeta Efxanistanê hêvîdar e aştî û aramî li Afxanstnê pêk bê.”

Ev nêzîkî 40 sal dibe ku li Efxanistanê şer heye, zêdetirî 15 sal dibe hikûmeta Efxanistanê bi alîkariya hevymaniyeke navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dijî Tevgera Talîbanê di şerekî xwînrêj de ne.

Di vî şerî de, nêzîkî 40 hezar kesên sivîl, zêdetirî 65 hezar çekdarên Talîban û zêdetirî 65 hezar leşkerên Efxanî hatine kuştin. Herwiha nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî û zêdetirî 600 leşkerên hêzên hevpeymanên Amerîkayê bûne qurbanî.

Gotûbêjên aştiyê yên Efxanistanê bi navbênkariya îdareya Trump ji sala 2018ê ve bi xurtî destpê kirine. Di Sibata îsal de Amerîka û Talîbanê rêkeftineke bi mercê aştiyê ragihandin, ku tê de Amerîka hêzên xwe ji Efxanistanê di dema 14 mehan de ji 13 hezar leşker bo kêmtirî 4 hezar leşker kêm bike.

Li bermaberî vê yekê Talîbanê soza rawestandina êrîşên çekdarî bo ser hêzên Amerîkayê dide û tevlî proseya aştiyê li gel hikûmeta Efxanistanê dibe.

Şanda Talîbanê ji 21 kesî bi serokatiya Ebdurrhîm Heqanî, mezinê dadweriya wê tevgerê pêk tê.

Mela Birader, kesayetiyê duyem ê Talîbanê ye, gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Em dixwazin wek Tevgera Talîban xelkê Efxanistanê bi biratî pêkve bijîn.”

Li beramber de bi heman hejmarê şanda Hikûmeta Efxanistanê bi seroktiya Masûm Ostankenzî, Serokê Berê yê Asayîşa Niştîmanî ya Hikûmeta Efxanistanê pêk tê.

Ji ber girîngiya gotûbêjan, Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Temîm Al-Sanî Mîrê Qeterê û Ebdullah Ebdullah, Serokê Komisyona Bilind a Netewî ya Efxanistanê di gotûbêjan de beşdar in.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got, “Îro bi rastî helkefteke dîrokî ye, derfeteke girîng li ba Afxaniyan heye ku pêkve rûnên û nexşerêyekê bo welatê xwe deynin, ev ew kêlîke ku divê em bi mêrxasî hêviyê bo wan bixwzin, dema temaşeyî ronahiyê dikin, em 40 salên şer li pey xwe bicîh dihêlin.”

Ebdullah Ebdullah, Serokê Komisyona Bilind a Netewî ya Efxanistanê, diyar kir, “Em ligel wê hêviyê diçin, ku herdû alî bi wê baweriyê kar bikin, ku çareserkirina pirsgirêkên Afxansitanê ne çareseriya leşkeriye, û divê ev gotûbêj wek derfetê bizanibin, heta xizmeta xelkê Afxansiytanê bikin.”

Yek ji mijarên cihê nakokiyê di navbera Talîban û hikûmeta Efxanistanê de, awayê desthilatê û dewleta nû ya Efxanistanê ye, di dema ku Talîban daxwaza pêkanîna bingehên Îslamî dike, hikûmeta Efxanistanê tekeziyê li ser sîstemeke lîberal demokrasî li gel liberçavgiritina perensîpên Îslamî dike.