Li Kuwêtê şewat: Bi dehan mirî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Minqefê ya Kuwêtê agir girt avahiyekê û 39 kes mirin.

Li gorî agahiyan, şewatê li herêma Minqefê ya bajarê Ehmediyê rû daye û gelek birîndar jî hene.

Hat zanîn ku şewatê saet 06:00an dest pê kiriye û gelek tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê.

Destpêkê hat tesbîtkirin ku 35 kes mirine û paşê jî 4 kes li nexweşxaneyê mirine.

Amaje pê hat kirin ku 11 kes jî ji şewatê hatine rizgarkirin.

Heta niha sedema şewatê nehatiye tesbîtkirin û piraniya mirinan ji ber dûxana zêde fetisîne.

Li gorî Medyaya Kuwêtê, gelek karkerên biyanî li avahiya ku şewitiye diman.