Serokê Herêma Kurdistanê bi Ahmed Aboul Gheit re civiya

Ahmed Aboul Gheit û Nêçîrvan Barzanî\ Wêne: AA

 Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ahmed Aboul Gheit re civiya.

Ahmed Aboul Gheit rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramî û seqamgîriyê li Îraq û herêmê de bi girîngî binav kir.

Civîn û dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê ya li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê berdewam dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civîna Nêçîrvan Barzanî û Ahmed Aboul Gheit de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê li gel Komkara Erebî hatin nirxandin.

 Her wiha derbarê pêwendiyên Hewlêr - Bexdayê, pêşhatên siyasî yên Îraq û herêmê, girîngiya parastina aramiyê û bihêzkirina diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan nêrînên xwe parve kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo parastina aştî û seqamgîriyê li herêmê pesnê hewlên Komkara Erebî daye.

Her wiha  Serokê Herêma Kurdistanê rola Ahmed Aboul Gheit Komkara Erebî ya di nêzîkkirina nêrînên dewletên endam de, bi erênî nirxand.

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê Ahmed Aboul Gheit pêşveçûn û rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramî û seqamgîriyê li Îraq û herêmê de  bi girîng binav kir.

Nêçîrvan Barzanî doh Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bû û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya,

Serokê Herêma Kurdistanê îro jî bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Hevdîtin û civînên dualî yên Serokê Herêma Kurdistanê dê berdewam bikin.