Parêzgarê Laziqiyeyê: Hinek binpêkirin hatine kirin

Şer û pevçûnên li parêzgeha Laziqiyeyê û berava Sûriyeyê di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û “hejmarek çekdarên rejîma berê ya Beşar Esed de rû dan karvedanên mezin li pey xwe anîn.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn, zêdetirî hezar û 500 kesî hatine kuştin lê Parêzgarê Laziqiyeyê Mihemed Osman got:
“Hejmar ne wekî ku hatiye belavkirin e.”
Parêzgarê Laziqiyeyê Mihemed Osman di hevpeyvînek bi Rûdawê re de ragihand:
“Di amaran de zêdegotineke mezin heye, hejmar ne wekî ku hatiye belavkirin e.
Dibe ku zêdetirî 500 kuştiyî ji hemû tayîfeyan bin, ne tenê Elewî.
Yanî kuştin çêbûye, binpêkirin û tepeserkirinên zêde ji aliyê hinek kesan ve di warê kuştinê de çêbûne.”
Parêzgarê Laziqiyeyê her wiha anî ziman:
“Hinek binpêkirin ji aliyê hinek kesan ve hatine kirin, me çend rewş lêkolîn kirine û hejmarek hatin desteserkirin.
Me ew ji aliyên pêwendîdar re şandin ku rêkarên pêwîst bên girtin.”
Parêzgarê Laziqiyeyê Mihemed Osman bû mêvanê Rûdawê pirsên Zana Kayanî bersivandin.
Rûdaw: Di çend rojên borî de, li çend deverên Laziqiyeyê ya Sûriyeyê şer û pevçûn derketin, mirov hatin kuştin û birîndarkirin. Bûyer bê bertek neman. Li ser wan bûyeran, amar û daxuyaniyên cuda tên dayîn. Li ser van bûyeran ez bi Parêzgarê Laziqiyeyê birêz Mihemed Osman re hevpeyvînekê dikim. Birêz Mihemed, silav. Dema te xweş be. Spas ji bo vê derfetê. Ka em ji vir dest pê bikin, bûyerên herêma peravên deryayê çawa dest pê kirin? Çawa qewimîn?
Mihemed Osman: Dema yek ji dewriyeyên asayîşa giştî li gundên Cebleyê erkê xwe pêk dianî, ketin kemîna paşmayên rejîma sûcdar, du endamên asayîşa giştî hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Paşê hatin dorpêçkirin. Hevdem, paşmayên rejîma sûcdar li ser rêyên sereke yên di navbera Tertûs-Laziqiye û Tertûs-Laziqiye-Îdlibê de belav bûn. Rê hatin girtin, kemîn hatin danîn û çekdarên paşmayên rejîmê belav bûn. Paşê, hêzên piştgiriyê ji Wezareta Parastinê û Rêveberiya Asayîşa Giştî hatin û dorpêça li ser navendên ewlehiyê yên herêmê hat rakirin. Dest bi lêgerîna herêmê kirin ji bo girtina paşmayên rejîma sûcdar û hinek ji wan hatin destgîrkirin, hinên din jî ber bi çiya û newalên parêzgeha Laziqiyeyê reviyan.
Rûdaw: Erê, birêz Osman, niha piştî van çend rojan, rewşa parêzgeha Laziqiyeyê çawa ye?
Mihemed Osman: Spas ji bo Xwedê. Piştî ku operasyona leşkerî ji aliyê Wezareta Parastinê ve bi dawî bû û hêzên asayîşa giştî ji bo parastina ewlehiya parêzgehê belav bûn, rewş di du rojên borî de hêdî hêdî li bajarê Laziqiyeyê û bajarên din û li herêmên gundewar vegeriya rewşa normal. Îro tevger heta radeyekê normal bû li herêmê, dikan vebûne, xelk li ser kolan û şeqaman derdikevin û rewş baştir bûye, xizmetguzarî hêdî hêdî vedigerin. Bo mînak, nanpêjgeh kar dikin, piştî çar an pênc rojan ji nebûna av û karebayê ji ber têkdana wan ji aliyê paşmayên rejîma sûcdar, av vegeriyaye, spas ji bo Xwedê rewş ji berê baştir dibe.
Rûdaw: Ji aliyê xizmetguzariyan ve, gelo niha hemû xizmetguzarî ji bo welatiyan berdest in? Kareba û av û xizmetguzariyên din?
Mihemed Osman: Kareba hîn jî maye. Îro spas ji bo Xwedê elektrîk li bajarê Cebleyê vegeriyaye. Tîm hîn kar dikin ji bo çêkirina xeta sereke ya karebaya parêzgeha Laziqiyeyê ku bi awayekî mezin ji aliyê paşmayên rejîma sûcdar û serkêşan ve hatiye têkdan. Duh kareba ji Banyasê gihaşt Cebleyê û spas ji bo Xwedê me karî stasyona avê ya "Nebî Sin"ê dîsa bixebitînin û avê li parêzgeha Laziqiyeyê vegerînin. Îro kareba heta Cebleyê hatiye gihandin û sibê, bi piştgiriya Xwedê, dibe ku em karebayê ji Cebleyê bigihînin Laziqiyeyê û karebayî li hemû parêzgehê vegerînin. Derbarê avê, îro li bajar û gundên derdorê berdest bû, bi piştgiriya Xwedê em dê tamîrkirina tevahiya torên kareba û avê biqedînin.
Rûdaw: Te behs kir ku niha rewş hatiye kontrolkirin, yanî bi giştî ti tevlihevî li Laziqiyeyê li ti cihî nemaye?
Mihemed Osman: Na, spas ji bo Xwedê. Bi awayekî giştî, rewşa ewlehiyê bi rêjeya 90-95% hatiye aramkirin. Carinan êrişên biçûk ji aliyê wan paşmayan ve tên kirin, ji ber ku ew hîn li çiyayên derdora parêzgeha Laziqiyeyê ne, xwezaya parêzgehê jî herêmeke çiyayî ye û derfetê dide wan paşmayan ku birevin û xwe veşêrin, herêmeke zehmet û dijwar e. Belavbûna hêzên ewlehiyê li parêzgeha Laziqiyeyê û xurtkirina xalên sereke li herêmê tevgera wan zehmettir dike û bi daxwaz û alîkariya Xwedê em dê berdewam bin heta ku bi tevahî wan ji holê rakin.
Rûdaw: Em behsa bûyeran bikin, birêz Mihemed. Me şahidî û hin vîdeo dîtin derbarê kuştina welatiyên sivîl li nav malên xwe û gundên xwe. Li gorî amarên rêxistinan jî, kuştina 1700 Elewiyan an jî ya ku tê behskirin li deverê, ji aliyê komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ve hatine tomarkirin. Gelo amareke we li ser hejmara wan welatiyên sivîl ên hatine kuştin heye?
Mihemed Osman: Birayê min ê hêja, di amaran de gelek zêdegavî heye, hejmar ne bi wî rengî ye ku hatiye belavkirin. Dibe ku zêdetir be ji 500 kuştiyan ji hemû tayîfeyan, ne tenê tayîfeya Elewî. Ango kuştin çêbûye, gelek binpêkarî hebûn ji aliyê hin kesan ve di mijara kuştinê de. Tewra em di serdanên xwe yên duhî de ji bo hin gund û bajarokên herêma Cebleyê û îro jî me serdana hin taxên bajarê Laziqiyeyê û herêma Cebleyê kir, gelek niştecihan qala wê yekê kir ku paşmayên rejîma sûcdar di dema vekişîna xwe ya ji operasyona leşkerî de, piştî hatina hêzên Wezareta Parastinê û Rêveberiya Asayîşa Giştî, komkujî kirine û hejmareke zêde ya sivîlan kuştine, cilên hêzên ewlehî û leşkerî li xwe kirine û bi wan cilan êrişa kuştina sîstematîk kirine û îdîa kirine ku ew ser bi hêzên asayîşa giştî û hêzên Wezareta Parastinê ne. Me ev şahidî rasterast ji xelkê parêzgeha Laziqiyeyê û xasma ji gundên Cebleyê wergirt.
Rûdaw: Yanî ew kuştinên ku çêbûn, ew bûyerên ku qewimîn, tu yek ji wan ne ji aliyê beşek ji wan çekdaran bûn ku ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ne?
Mihemed Osman: Erê, erê, hin binpêkarî ji aliyê hin kesan ve hebûn, me çend rewş lêkolîn kirin û hejmarek hatin destgîrkirin û ji aliyên pêwendîdar re hatin şandin ji bo ku rêkarên pêwîst li hemberî wan wergirin.
Rûdaw: Hejmara wan çend e?
Mihemed Osman: Kesên ku hatine girtin zêdetir 10 kesan e heta îro. Ji aliyê polîsên leşkerî ve hatine girtin û polîsên leşkerî û Rêveberiya Asayîşa Giştî hîn di bicihanîna erkên xwe de berdewam in nemaze lêpirsîna li gel wan kesên ku hatiye piştrastkirin ku berevajî rênimayên Wezareta Parastinê û Wezareta Asayîşa Giştî tevgeriyane.
Rûdaw: Ya ku tê behskirin, tê gotin ku ev ser bi beşek ji komên cuda ne ku her ser bi hikûmetê ne. Kesên ku te îşaret bi wan kir ku hatine desteserkirin, ser bi kîjan komê ne? Hatiye destnîşankirin?
Mihemed Osman: Komên çekdar, hinek ji wan ser bi. Niha tiştek bi navê komên çekdar nemaye. Gelek hêz hene di bin sîwana Wezareta Parastinê de ne û gelek hêz jî hene ku ne di bin sîwana Wezareta Parastinê de ne. Rastiya wê, hin hêz an rêxistinên ku ne di bin sîwana Wezareta Parastinê de bûn, li parêzgeha Laziqiyeyê bûn û hejmarek binpêkarî û serpêçî di dema operasyona leşkerî de kirine. Ev binpêkarî jî loma qewimîn çimkî hejmareke gelekî zêde ya çekdaran gihiştin parêzgeha Laziqiyeyê piştî dîtina wan dîmenên ku di medyayan de hatin belavkirin ji kuştina karmendên asayîşa giştî yan dorpêçkirina wan. Li parêzgehên nêzîkî Laziqiyeyê handaneke cemawerî ya mezin hebû, ew hêz an jî ew kesên ku hatin, hin ji wan xelkê sivîl bûn û ne ser bi ti aliyan bûn, ew binpêkarî ji aliyê hinekan ji wan ve hatine kirin. Me ji pêşî ve herêm dorpêç kir û kom û hêzên ku ne di bin sîwana Wezareta Parastinê û Rêveberiya Asayîşa Giştî de bûn, ji parêzgeha Laziqiyeyê hatin derxistin ji bo ku em wan binpêkariyan kontrol bikin. Spas ji bo Xwedê niha rewş bi awayekî gelekî baş hatiye aramkirin û em lêpirsîna rewşa ewlehiya herêmê û wan binpêkariyên ku ji aliyê hin kesan ve hatine kirin, dikin. Digel wê jî, bi alîkariya Xwedê, komîteya lêkolîna rastiyan rola xwe dilîze di lêpirsîna wan rêkaran de û pişkinîn û lêkolîna li gel wan hemû kesên ku binpêkariya rênimayên Wezareta Parastinê û Rêveberiya Asayîşa Giştî kirine.
Rûdaw: Birêz Mihemed, derbarê Xirîstiyanan, behsa wê yekê tê kirin ku çar kesên sivîl ji mesîhiyan hatine kuştin. Gelo ti detay, amarek li ber destê we heye?
Mihemed Osman: Li gorî amarên ku gihiştine me, çar an şeş kes ji Xirîstiyanan hatine kuştin, her wiha hin kesên ji tayîfeya Sunî û kesên ji tayîfeya Murşidî jî hatine kuştin. Dema tevlihevî li hin herêman belav bû, ew binpêkarî ji aliyê hejmareke mezin ji xelkê ve hatin kirin ku wekî min berê got, ji deverên din gihiştibûn parêzgeha Laziqiyeyê. Her ji destpêka gihîştina wan ve, binpêkarî ji aliyê çend kesan ve hatibûn kirin ku ser bi aliyên fermî û aliyên nafermî jî bûn. Kuştina xelkê jî bi awayekî sîstematîk ne tayîfî bû lê binpêkariyên mezin hatine kirin. Sunî, Elewî û Xirîstiyan hatin kuştin, ango gelek binpêkarî her ji destpêka hatina wan koman ji bo parêzgeha Laziqiyeyê qewimîne.
Rûdaw: Birêz Mihemed, hêzên ku serpereştiya rewşa herêma berava Sûriyeyê dikin, ser bi kê ve ne?
Mihemed Osman: Niha hêzên Rêveberiya Asayîşa Giştî berpirsiyar in ji kontrolkirina rewşa ewlehiya parêzgehên Sûriyeyê bi giştî, li gel hêzên Wezareta Navxwe. Hêzên Wezareta Parastinê jî li bingehên xwe ne li nêzîkî wan hêzan û eger pirsgirêkek çêbibe û pêwîstî bi Wezareta Parastinê hebe, ew her dema ku daxwaz ji wan were kirin amade ne.
Rûdaw: Erê, em behsa rewşa xelkê bikin. Niha hejarî li berava deryaya Sûriyeyê belav e, bi awayekî ku çavdêrên rojavayî dibêjin gelek malbat hene ku tewra pereyên wan ji bo kirîna nan nînin. Gelo planeke we ya bilez heye ji bo dabînkirina xwarinê ji bo hejar û lêqewimiyan li herêmê?
Mihemed Osman: Erê birayê hêja, ji du rojên borî ve bi rêya birêvebirê kar û kar û barên civakî yê parêzgeha Laziqiyeyê, bi alîkariya hin kom û rêxistinan, me dest bi dabînkirina nan û hin xwarinên amade kiriye ji bo xelkên wan herêmên ku pirsgirêk û binpêkarî li wan çêbûne û meydana çalakiyên leşkerî yên rejîma sûcdar bûne. Piştî vegera xelkê li wan gund û bajarokan, rênimayî bi aliyên pêwendîdar hatiye dayîn ji bo şopandina pêşkêşkirina alîkariyên bilez ji wan re heta rêkxistina alîkariyên berdewam û herdemî ji wan re di rojên pêş de.
Rûdaw: Di çarçoveya wan alîkariyan de, alîkariyên tenduristî ji bo wê herêmê hatine gihandin? Pêdiviyên tenduristî hene?
Mihemed Osman: Ji roja yekem ve, nexweşxaneyên parêzgeha Laziqiyeyê xizmetguzariyên tam pêşkêş dikin. Di nava 24 saetên yekem de ku paşmayên rejîma sûcdar rêyên bingehîn kontrol kiribûn, êrişî nexweşxaneyên parêzgeha Laziqiyeyê kirin: Nexweşxaneya Zanîngehê, Nexweşxaneya Niştimanî li bajarê Laziqiyeyê û Nexweşxaneya Niştimanî li bajarê Cebleyê. Êriş kirin ser wan nexweşxaneyan û gulereşandî kirin û pevçûn li gel hinek ji wan hêzan çêbû ku li wir bûn û hewl didan nexweşxaneyan biparêzin. Piştî kontrolkirina herêmê ji aliyê Wezareta Parastinê û Rêveberiya Asayîşa Giştî ve, ew nexweşxane bi tevahî hatine parastin û stafên bijîşkî û pêdivî û alavên bijîşkî yên tam ji wan re hatine dabînkirin, niha jî erkên xwe bi awayê herî baş bi cih tînin.
Rûdaw: Derbarê perwerde û xwendina bilind, gelo ti pirsgirêk hene?
Mihemed Osman: Ji bo parastina jiyana xwendekarên me li xwendingeh û zanîngehan, ezmûn li Zanîngeha Laziqiyeyê hatin paşvexistin. Her wiha dewam ji bo dema 48 saetan hate rawestandin heta aramkirina rewşa ewlehiyê bi tevahî, ji ber ku hat û çûna di navbera gundan û bajêr de heye, ji bo ku pirsgirêk çênebe û jiyana xwendekarên me li xwendingeh û zanîngehan were parastin.
Rûdaw: Parêzgarê Laziqiyeyê birêz Mihemed Osman, spas ji bo vê derfetê. Kêfxweş bûm ku min hevpeyvîn li gel cenabê we çêkir.
Mihemed Osman: Spas ji we re, bi xêr hatin.