Gef û êrişên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nemana desthilata Beşar Esed, gefên Serokkomarê Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.

Hevdem li gel gefên Erdogan, êrişên artêşa Tirkiyeyê jî li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên di bin kontrola HSDyê de ne berdewam dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Di demeke kurt de li beşên din ên Sûriyeyê jî serê rêxistinên wekî DAIŞ û PKK/PYDyê jî dê bê herişandin.

Bi vî awayî jî dê yekrêzî û yekîtiya Sûriyeyê li seranserê welat bê bihêzkirin.”

Êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin

Li aliyê din, êrişên artêşa Tirkiyeyê jî li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDyê de ne berdewam in.

Herî dawî doh û pêr di êrişên artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ku Enqere piştevaniya wan dike de li du gundên Eyn Îsayê û gundekî Kobaniyê 22 kes hatin kuştin.

Roja duşemê jî artêşa Tirkiyeyê çend êriş li Qamişloyê pêk anîn.

Rayedarên Tirkiyeyê îdia kir ku MÎTê operasyon kiriye û di êrişê de 12 barhilgirên ku çekên giran, mûşek û cebilxane tê de bûn, li gel 2 tank û du depoyên cebilxaneyan ên ji desthilata Esed ketibûn destê YPGyê hatine têkbirin.

DEM Partiyê banga diyalogê kir

DEM Partiyê jî banga rawestandina êrişan û diyaloga li gel Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyeyê kir.

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar jî got:

“Piştî rûxana Esed, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ragihand ku ew dê bi hemû hêzên neteweyî, siyasî, çandî û civakî re bi rihê berspiryarî û bêyî cihêkirina ti aliyan, ji bo avakirina Sûriyeyeke nû kar bikin.

Gelo ma Tirkiye nikare li gel Hêzên Sûriyeye Demokratîk ku vê yekê dibêje re diyalogê bike?

Em Kurdên Sûriyeyê çima li qada Amerîka, Fransa yan jî Îsraîlê bi cih dihêlin?

Ew mirovên me ne. Eger Tirkiye li gel Kurdên Sûriyeyê pêwendiyeke rast a biratiyê ava neke û pêş nexe dê nekare li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne. Her wiha dê nekare li Sûriyeyê sûdê bigihîna aştiya civakî.”

Li gorî zanyariyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Tirkiyeyê îsal li Rojavayê Kurdistanê 198 êrişên asmanî pêk anîne.

Di wan êrişan de 86 kesan canê xwe ji dest daye û 126 kes jî birîndar bûne ku 77 ji wan sivîl in.